​​​​​​​Edhem Barzanî êrişên dewleta Tirk şermezar kir

Siyasetmedar Edhem Barzanî derbarê êrişên dewleta Tirk ên îro li ser bajaroka Axceler û Mexmûrê pêk hatinde  peyamek da û êriş şermezar kir.

​​​​​​​Edhem Barzanî êrişên dewleta Tirk şermezar kir
21 gulan, 2022   19:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedar Edhem Barzanî derbarê bombebaranên dewleta Tirk de peyamek belav kir. Barzanî di destpêkê de êrişên dewleta Tirk şermezar kir, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Sersaxiyê ji kesûkarên Kurdistaniyên Bakur û Başur re dixwazim ku îro di bombebarana hêzên asîmanî yên Tirkiye de li Başûr şehîd bûn. Em hevxemê we ne, hêvîdar im cihê şehîdan buheşta berîn be.”