Îsrafîl Mistefa: Armanca bicihkirina milyonek penaber pêkanîna 'Mîsaqî Millî' ye

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Îsrafîl Mistefa diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi bicikirina miylonek penaberên Sûriyê li herêmên dagirkirî dixwaze 'Mîsaqî Millî' pêk bîne û bang li Konseya Ewlekariyê û rêxistinên hiqûqî kir ku li hemberî vê projeyê bi erka xwe rabin.

Îsrafîl Mistefa: Armanca bicihkirina milyonek penaber pêkanîna 'Mîsaqî Millî' ye
19 gulan, 2022   01:57
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Erdogan 3'yê vê mehê diyar kiribû ku ew amadekariya projeya "vegerandina dildarî" ya milyonek penaberên Sûriyê dikin.

Di vê der barê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Israîfîl Mistefa ji ajansa me re axivî.

'DEWLETA TIRK LI SER GOLÊN XWÎNÊ HATIYE AVAKIRIN'

Îsrafîl Mistefa diyar kir ku dîrokê dewleta Tirk bi rûpelên rijandina xwînê û binpêkirina mefên mirovan tijî ye û got: "Dewleta Tirk gelek komkujî pêk aniye, taybet li dijî gelê Kurd e. Ew komkujî li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ne. Armanca dewleta Tirk a dagirker dagirkirina beşek ji xaka Sûriyê û girêdana wan bi xaka Tirkiyê ve ye. Civata navneteweyî jî bêdeng e."

Mistefa bi domdarî got: "Eger em bala xwe bidin dîroka dewleta Tirk û osmaniyan, em ê bibînin ku ew bi destkeftiyên ku li ser hesabê komkujiyan avakirin e şanaz in. Yek ji wan jî komkujiya li dijî ermenan a sala 1915'an heta bi komkujiyên li Bakurê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê bûn."

Îsrafîl Mistefa bal kişand ser destwerdana dewleta Tirk di aloziya Sûriyê de û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk bi rêya koçberkirina şêniyên resen û bi çekkirina çeteyan, vekirina rê li ber DAIŞ'ê ku derbasî Sûriyê bibin, aloziya Sûriyê kûrtir dike û planên xwe yên dagirkeriyê pêk tîne. ''

Mistefa destnîşan kir ku li gor qanûnên navneteweyî nabe penaber bên bikaranîn û got: "Li gorî pîvan û peymanên navneteweyî, qanûnên navneteweyî û her çar peymanên Cinêvê, nabe dosya penaberan bê bikaranîn, lê dewleta Tirk li dijî Ewropayê penaberan bi kar tîne û ji bo penaberan bihewîne pere ji Yekitiya Ewropayê dixwaze. Bi wan pereyan li Sûriyê, Lîbya û Azerbeycanê çekan dide çeteyan."

'BICIHKIRINA PENABERAN DESTPÊKA DAGIRKIRINÊ YE'

Der barê plana bicihkirina penaberan li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê de Mistefa ev tişt  anî ziman: "Di temenê aloziya Sûriyê de, dewleta Tirk tevahî xelkê Sûriyê weke yên ji Xûtaya Rojhilat, Himis, Idlib û herêmên din xapand, wan da koçberkirin û bûn qurbanên planên Erdogan. Niha ew îdia dike ku wan bi cih bike. Ev destpêka dagirkirinê û pêkanîna Mîsaqî Millî ye, dixwaze bi siyasetên xwe yên qirêj gelên herêmên parçe bike.''

Îsrafîl Mistefa bang li rêxistinên mirovî yên ku li Efrîn û bakurê Sûriyê avahiyên mêtîngeriyê ava dikin kir ku dest ji van kiryarên ne mirov berdin û ew yeke bi xeteriyeke mezin li Rojhilata Navîn bi nav kir.

'DIVÊ EM LI DIJÎ PLANÊN DAGIRKERIYÊ HEVGIRTÎ BIN'

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Îsrafîl Mistefa di dawiyê de bang li gelê Efrînê û tevahî Sûriyê kir ku li dijî planên dagirkeriyê asta berxwedan û têkoşîna xwe bilind bikin û hevgirtina xwe ava bikin.

(şt)

ANHA