Çalakiya konê berxwedanê ya li Kobanê bi dawî bû

Çalakiya konê berxwedanê ku duh li navçeya Şêranê ya kantona Kobanê dest pê kiribû, bi dawî bû. Welatiyan teqez kirin ku ew ê li hember dagirkeran heta dawî li ber xwe bidin.

Çalakiya konê berxwedanê ya li Kobanê bi dawî bû
18 gulan, 2022   14:54
KOBANÊ

Bi dehan şêniyên bajarê Kobanê, endamên hemû meclisên navçe û şaredariyên girêdayî wê, serdana konê berxwedanê di roja wê ya dawî de kirin.

Her wiha otobîsa "serkeftin" ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Firatê ji bo piştgirî bidin hemleya seferberiyê beriya mehekê amade kiribûn gihişt cihê çalakiyê.

Dê ew otobîs ji sibe de li nava gundên girêdayî bajarê Kobanê bigere.

Hevserokê Meclisa Naçeya Şêranê Xelîl Mehmûd di çalakiyê de axivî û got: "Saleke zehmte li pêşiya me ye, Kurd li ber çavê civata navneteweyî rastî komkujiyan tên, dem hatiye Kurd dawî li Xiyanetkaran bîne."

Xelîl Mehmûd bêdengiya civata navneteweyî şermezar kir û diyar kir ku tekane rêya serkeftina gelê Kurd berdewamkirina têkoşînê ye.

Xelîl anî ziman ku Dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî çeteyan li malên kurdan bi cih dikin û bang li gelê Kurd xwedî kir ku li doza xwe derbikevin.

Ciwanên PYD'ê cilên ku wêneyê rêber Ocalan li ser hatiye xêzkirin li beşdaran belav kir.

Piştre endama Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Rengîn Oso bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku ew ê heta pêkanîna armancên xwe têkoşîn bikin û ev tişt hat gotin: "Bila cîhan zanibe, Kurd xwedî doz e, çiqas sal derbas bibe dê mafên xwe vegerîne."

Ciwanan bang li gelê Kurd kirin ku têkoşîn bikin.

Çalakiya konê berxwedanê bi destpêkirina gera otobîsa "serkeftin" li nava gudên Kobanê bi dawî bû.

(şt)

ANHA