Pêşangeha 6`emîn a Hunera Şêwekariyê li Qamişlo hat vekirin

Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê îro 6`emîn Pêşangeha ya Hunera Şêwekariyê li bajarê Qamişlo vekir.

18 gulan, 2022   13:01
QAMIŞLO

Pêşangeh li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişlo tê lidarxistin, tê de nûnerên Rêveberiya Xweser, hunermend, helbestvan û şêniyên bajêr beşdar bûne. Di pêşangehê de 139 tablo û 6 peykerên ku ji aliyê 139 şêwekaran ve hatine çêkirin, tên pêşandan.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî û hemû şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn û diyar kir ku parastina çandê erka her kesî ye.

Cîgira hevserokên Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronahî Hesen jî axivî û got: “Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî komîteyên xwe di rewşên herî zehmet de jî kar dike. Ev kombûna li vir tabloyeke xweşik a pirreng di bin sîwana têgeha edaleta civakî û jiyana hevbeş de nîşand dide.”

Ronahî Hesen destnîşan kir ku îsal hejmareke zêde ya hunermendan beşdarî pêşangehê bûne.

Endamê Komîteya Aamadekar a Pêşangehê Mûnîr Şêxî jî daxuyand ku hejmara beşdarên pêşangehê li gorî salên berê zêdetir e û tabloyên wan îsal baştir in.

Bernameya pêşangehê bi vî rengî ye: Dê 3 rojan bidome, pêşangeh ji saet 10:00`ê sibehê heta 1:00`ê piştî nîvro, êvarê jî ji saet 5:00`an û heta saet 9:00`an vekirî ye.

Îsal 71 hunermendên jin bi tabloyên xwe beşdarî pêşangehê bûne.

ANHA