Medyaya hikumeta Şamê: Geir Pedersen şemiyê tê Şamê

Nûnerê NY`yê yê taybet bi Sûriyê Geir Pedersen dê şemiyê bigihêje Şamê da ku amadekariyên lidarxistina civîna Komîteya Destûrê nîqaş bike ku tê payîn di 30`yê Gulanê de li Cinêvê pêk were.

Medyaya hikumeta Şamê: Geir Pedersen şemiyê tê Şamê
18 gulan, 2022   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El-Watan a nêzî hikumeta Şamê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên pêbawer, ragihand ku nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê taybet bi Sûriyê Geir Pedersen dê roja şemiyê li Şamê be da ku amadekariyên lidarxistina civîna 8`an a Komîteya Destûrê li Cinêvê nîqaş bike. Tê payîn ku bi wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad, Ehmed El-Kizberî û balyozê Rûsyayê li Şamê re bicive.

Rojameyê demeke berê eşkere kiribû ku tê payîn civîna 8`an Komîteya Destûrê di 30`yê Gulanê de li dar bikeve. Her wiha diyar kiribû ku dê şandeyeke hikumeta Şamê tevî şandeya Civaka Sivîl 28`ê Gulanê dê bi rêya balafireke taybet biçin Cinêvê.

Hêjayî gotinê ye ku hemû gerên berê yên civînên “komîteya destûrê” ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jê hate dûrxistin, bi bin ketin.

(şx)