Akademîsyenan li ser projeya mêtingeriyê ya dewleta Tirk hişyarî da

Beşdarên panela online ku duh êvarê hatibû lidarxistin, çêkirina avahiyên mêtingeriyê li Efrînê wek lîstikeke xeternak bi nav kir û got ew berdewama projeya “Şerq Islah” a dewleta Tirk e.

Akademîsyenan li ser projeya mêtingeriyê ya dewleta Tirk hişyarî da
18 gulan, 2022   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Akademiya Siyaset û Fikrê Demokratîk û Rêxistina Geşepêdan û Pêşxistinê, duh bi navê “Bandorên avakirina avahiyên mêtingeriyê li Efrînê (yên siyasî, demografî û qanûnî)” bi rêya Zoomê panelek li dar xist. Gelek rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar û akademîsyanên navdar ên Rojhilata Navîn û cîhanê tev lê bûn.

Di panelê de rojnamevan û lêkolînerê kar û barên siyasî yên welatên Kendavê-kiwêt Hisên Ebdurehman, hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso, mamosteyê dîroka nûjen yê Zanîngeha Eyn Şemis Mihmûd Zayid, nivîskar û rojnamevan Fadî Akûm, mudîrê Saziya Kurdên Sînornenas ji Fransayê Kadar Pîrê, Dr.Kemal Sîdo ji Komeleya Parastina Gelên Gefxwer-Almanya, nivîskar û çalakvanê sûrî Xeyas Neyîse, mamosteyê zanistên siyasî yê Zanîngeha El-Quds-Fîlistîn Eymen El-Reqib, mudîra Navenda Erebî ya Lêkolînan-Misir Dr.Dunya Muhsên, çalakvanê siyasî, lêkolîner û pisporê kar û barên Afîrkayê-Misir Ramî Zuhdî beşdar bûn.

Rojnamevana lubnanî, Karolîn Bezî panel bi rêve bir. Di panelê de bandorên siyasî, civakî yên avakirina avahiyên mêtingeriyê li Efrînê, rola dewletên Ereban, asta piştgiriya wan bi xelkê Efrînê li hember projeyên dagirkeriyê yên Tirkiyê li herêmê û armanca komên Îxwan Muslimîn ji fînansekirina van avahiyan, hatin nîqaşkirin.

Karolîn Bezî di destpêkê de projeya avahiyên mêtingeriyê yên li Efrînê têne avakirin, da nasandin û got: “Ruxmî ku qanûnên navneteweyî, biryarên Konseya Ewlehiyê û Komeleya Giştî ya NY`yî teqez dikin ku mêtingerî ne qanûnî ye û qedexe dikin jî, lê belê kiryarên dewletên dagirker ên di çarçoveya guhertina demografiya herêmê û talankirina xêr û bêrên wê, dewam dikin. Wekî kiryarên Îsraîlê li Fîlistînê û dewleta Tirk ku ji 2016`an ve herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kir û hewl didin herêmên Kurdistanê li Sûriye û Iraqê jî dagir bike, her wiha projeya vegerandina milyonek penaberên sûrî xistiye rojevê, welatiyên Efrînê bê cih û war hiştiye.”

XEYAS NEYÎSE: DEWLETA TIRK BINGEHA ŞERÊ NAVXWEYÎ YÊ DEMDIRÊJ LI SÛRIYÊ DATÎNE

Neyîse behsa bandorên siyasî û civakî yên van avahiyan kir ku bandorê li tevna civakî ya Sûriyê dike û azarên gelê kurd û gelê Sûriyê zêde dike.

Neyîse wiha domand: “Dewleta Tirk ne tenê herêm dagirker kir, her wiha hewl dide axa Sûriyê tev li axa xwe bike. Ev yek di doza Efrînê de diyar bû dema ku dewleta Tirk dest bi avakirina 250 hezar avahiyên mêtingeriyê kir da ku milyonek sûrî li herêmên nêzî sînorên Tirkiyê bi cih bike.”

Neyîse daxuyand ku nîvê niştecihên Kurd ên Efrînê bi darê zorê hatin koçberkirin her wiha vegera koçbean li warê wan tê qedexekirin, dîsa gelek tedbîr ji bo destdanîna ser mal û milkên şêniyên resen ên Efrînê tên girtin û wiha pê de çû: “Herî dawî şêniyên din û beşekî çeteyan hatin bicihkirin, her wiha hejmareke koçber ji herêmên wan hatin derxistin û bi darê zorê li van herêman hatin bicihkirin. Tiştê ku dewleta Tirk li Efrînê dike, amadekirina zemîna şerê navxweyî yê demdirêj li Sûriyê ye.”

HISÊN EBDUREHMAN: EGER SÛRÎ LI HEV NEKIN, ŞERÊ LI WELÊT BI DAWÎ NABE

Rojnamevan û lêkolînerê kar û barên siyasî yên welatên Kendavê Hisên Ebdurehman jî got: “Felsefeya mêtingeriyê, mayîndekirina erd û sînoran di pratîkê de ye. Doza mêtingeriy li Efrînê ew e ku sûrî bi xwe xwe gihandin vê astê. Tu projeyek ji bo avakirina dewleteke din li cem wan tune bû. Wê demê Tirkiyê fersend dît û di destpêka aloziya Sûriyê de penaber pêşwazî kirin. Heke sûrî li hev nekin, şerê li welêt çareser nabe.”

KADAR PÎRÊ: EV RPOJE DÊ PIRSGIRÊKÊN BÊ DAWÎ BIAFIRÎNE

Mudîrê Saziya Kurdên Sînornenas li Fransayê Kadar Pîrê jî anî ziman ku dewleta Tirk lîstikeke xeter dilîze, ev avahî bi pereyên fîlistiyan, bi palana Qeter-Tirkiyê û bi desteka Îsraîlê tên avakirin û wiha domand: “Ev proje, projeyeke siyonîst û îxwanî ye. Tirkiyê dixwaze bi rêya wê kurdan, doza kurdî û xewna gelê Kurd ku mafên xwe bi dest bixe, têk bibe. Efrîn mînakeke diyar bû ku dewleta Tirk armanc dike pêşeroja Sûriyê bi erêkirina hêzên navneteweyî wêran bike. Ev proje dê pirsgirêkên bêdawî biafrîne.”

EYMEN EL-REQIB: MÊTINGERIYA ÎSRAÎLÊ Û YA TIRKIYÊ YEK E, EM LI DIJÎ WÊ NE

Mamosteyê zanistên siyasî yê Zanîngeha El-Quds Eymen El-Reqib jî got: “Dagirkeriya Îsraîlê li Filistînê û mêtingeriya Tirkiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê dişibin hev. Mêtingerî yek e. Armanc jî guhertina nasnameya herêmê ye. Em fîlistînî jî li dijî wê ne.”

RAMÎ ZUHDÎ: TIRK Û ÎXWANAN LI SER GUHERTINA DEMOGRAFIYA HERÊMÊ LI HEV KIRIYE

Çalakvanê siyasî û lêkolîner û pisporê kar û barên Afrîkayê Ramî Zuhdî jî behsa têkiliyên di navbera komên Îxwan Muslimîn û Tirkiyê de û mêtingeriya li Efrînê kir û got: “Em behsa sûcekî li dijî îmirovahiyê dikin. Ev nayê qebûlkirin. Di navbera Tirk û Îxwanan de têkiliyên xurt hene. Di vê dawiyê de li ser guhertina demografiya herêmê li hev kirin. Lê armanca sereke aborî ye. Tirkiyê bi rêya destdanîna ser berhemên gelan dixwaze aboriya xwe bi pêş bixe. Îxwan jî ji berê ve baskên Tirkiyê ne. “

MEHMÛD ZAYID: EV PROJE BERDEWAMA PROJEYA 'ŞERQ ISLAHÊ' YE

Mamosteyê dîroka nûjen û hemdem ê Zanîngeha Eyn Şemis Mehmûd Zayid jî bal kişand ser bandorên avahiyên mêtingeriyê li ser nasnameya çandî ya herêmê û got: “Dema Tirkiyê vegera dildarî ya penaberan ragihand, ji derve ve mijar wek merhemetê xuya dike, lê di kûrahiyê de armanc talankirin, wêrankirin û destanîna ser mafên kesên din e. Ji destpêka avabûna komara Tirkiyê ve, çavê xwe berdaye Efrînê. îsbata wê jî, avakirina avahiyên mêtingeriyê li gundên Kurdan ên Efrînê ye.”

Zayid daxuyand ku ev proje berdewama projeya tirk a qaşo bi navê “Şerq Islah” û armanc jê tirkkirin û guhertina demografiya herêmên Kurdan e.

XERÎB HISO: NAKOKIYÊN WELATÊN EREBAN BANDORÊ LI REWŞA SÛRIYÊ KIR

Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso jî îşaret bi rola dewletên Ereban kir û got: “Nakokiyên di navbera dewletên Ereban de, bandor li Sûriyê kir û hişt ku Tirkiyê sûdê ji vê yekê bigire û êrişî Efrînê bike. Tirkiyê propagandaya parastina ewlehiya xwe dikir, dewletên Ereban jî digotin ev yek ji mafê Tirkiyê ye.”

Hiso eşkere kir ku êdî cografiya Efrînê têrê van avahiyan nake, ji ber wê dewleta Tirk daran qut dike û milkên şêniyan desteser dike da ku projeya xwe temam bike.

(şx)

ANHA