Komkujiya Hewlerê... komkujiya beriya çaryek sedsalekê hê jî wekî xwe maye -RAUF KARAKOÇAN

Komkujiya Hewlerê... komkujiya beriya çaryek sedsalekê hê jî wekî xwe maye -RAUF KARAKOÇAN
16 gulan, 2022   00:38

Di 16'ê Gulana 1997'an de li Hewlêrê komkujiyek pêk hat. Bûyerên wê ji rêzê nebûn. Tevî ku çaryek sedsal di ser vê komkujiyê re derbas bûye jî, ku ji aliyê PDK û dewleta Tirk a dagirker a faşîst ve hate plankirin û meşandin, bûyerên qewimîn hîna ji bîr neçûne. Me şahidî ji komkujiyeke wisa re kir ku qet nayê jibîrkirin. 

Bîranîna vê komkujiyê jî xedar e. Hestên ku ev beşa dîrokî bi me dide hîskirin, ew qasî kûr in ku dê wijdanan her tim biêşîne. Divê ev pêvajoya dîrokî careke din bê bibîrxistin da ku di bîra gelê Kurd de bê qeydkirin. Dema ku ev pêvajoyên dîrokî neyên bîra mirov, tişta qewimî wateya xwe winda dike ku ev jî ji komkujiyê zêdetir diêşîne. 

PLANA ÊRIŞÊ YA BERIYA KOMKUJIYÊ

Di dawiya bihara 1997’an de agahî hatin ku dê dewleta Tirk a faşîst êrişî Başûrê Kurdistanê bike. Bi biharê re jixwe di çapemeniya Tirk de şerê propagandaya reş ê li dijî PKK'ê dest pê kiribû. Ajansên şerê taybet ji bo serdestiya psîkolojîk bi dest bixin, hatin aktîfkirin û çalakiyên propagandayê roj bi roj zêde bûn. Êdî şer nêzîk bûbû.

DI ÊRIŞAN DE HELWESTA PDK'Ê

Aşkera bû ku hêzên PDK'ê jî dê tev li operasyonên tunekirinê yên dewleta Tirk bibûna. Ji ber ku roj bi roj nûçeyên şer zêde bûn û guharîna helwesta PDK'ê jî xuya bû. Bi taybetî di dema kontrolên rê de kontrola wesayîtên aîdî PKK'ê zêdetir kirin. Şêwaz, uslûb û tevgerên wan bi awayekî berbiçav guherîn. Ji ber ku guherînên bi vî rengî di helwesta PDK'ê de zêde bûn, derket holê ku dê li kêleka dewleta Tirk tev li operasyonan bibe. Li ser van geşedanan daxwaza hevdîtinê ji PDK'ê hate kirin.  

BERIYA ÊRIŞÊ MESÛD BARZANÎ Û CEMÎL BAYIK HEVDÎTINEK KIR

Daxwaza hevdîtinê erênî hat pêşwazîkirin û bi şev jî hevdîtinek di asta herî bilind de hat kirin. Li buroya PDK'ê ya bajarokê Dêrelûkê, Mesûd Barzanî û hevalê Cûma (Cemîl Bayık) ji bo nîqaşkirina van mijaran li hev civiyan. Piştî vê hevdîtina dirêj, Mesûd Barzanî û hevalê Cûma destên hev girt û wê şevê ji hev veqetiyan.

MESÛD BARZANÎ 'LI SER GORA BAVÊ XWE' SOND XWAR

Encamnameya civînê; bi kurtasî dê hêzên PDK'ê beşdarî şer nabûna. Heta Mesûd Barzanî "li ser gora bavê xwe" sond xwar û soz da ku ew ê tev li operasyonên dewleta Tirk nebe û hewl da PKK'ê di vê mijarê de îqna bike û gumanan ji holê rake. Piştî civîna li Dêrelûkê, tespîtên hevalê Cûma berevajî bûn. Xwedî wê tespîtê bû ku PDK dê tev li operasyonê bibe û xwestibû amade bin.

PKK’Ê JI BO ÎQNAKIRINA PDK'Ê ÇI JI DEST HAT KIR

Berê jî di navbera PKK û PDK'ê de pevçûn çêbûbûn. Di salên 1992 û 1995'an de tecrubeyeke berfireh a şer hebû. Sala 1997'an ji van nakokiyan gelekî cudatir bû. Dixwest bi soz bide PKK'ê û bi nermkirina atmosferê re derbeke mezintir lê bide û serî li taktîka pasîfkirnê bide. Rêxistineke siyasî ya xwedî tecrubeya komplo û komkujiyê, ji bo îqnakirina hêza li hemberî xwe çi pêwîst bû, kiribû. Heta roja destpêkirina operasyonê jî PKK'ê talîmata xwe dabû hêzên xwe û gerîla hişyar kiribû ku bi tu awayî gule li pêşmergeyên PDK'ê nebarînin û xwînê nerêjin.

SOZÊN MESÛD BARZANÎ BÊ BAWERÎ MAN

Li ser hemû rêyên ber bi çiya ve diçin, pirsgirêk derdixistin. Li hember veguhastina erzaq û cebilxaneyan dest bi derdistina astengiyên mezin kirin. Ji bo pêwîstiyên herî biçûk jî zehmetî derxistin. Heke di erebeyan de akuyek, jenerator an jî malzemeyeke teknîk hebûya wan nedihişt derbas bibin. An astengiyên burokratîk ferz dikirin û dixwestin destûr bê girtin. Di encama helwesta li hin nuqteyên kontrolê de, rewş gihaşt asta pevçûnê. Narincok hatin derxistin û rewşên ku nêzî pevçûnan bûn, dest pê kirin.

DI ÊRIŞÊ DE HÊZÊN PDK'Ê BÛN HÊZÊN PÊŞENG

Bi êrişên leşkerî yên dewleta Tirk re rewşa pevçûnê ya ku PDK'ê hêvî dikir, dest pê kir. Komên pêşî êriş birin ser cihên gerîla, hêzên PDK'ê bûn. Tevî ku di serî de hêzên PDK'ê gule barandin jî, gerîla li gorî talîmata ku beriya wê wergirtibû, gule bernedan da ku pêşî li rijandina xwînê bigirin û di pozîsyona parastinê de man. Ji tekmîlên li ser bêtêlan jî dihat xuyakirin ku rewş gelekî xirab e. Li hemberî êrişên PDK'ê jî gerîla ketibû parastina çekdarî û ew pevçûnên ku nedihatin xwestin û jê dûr diketin, her ku çû berbelav bûn.

ÊRIŞÎ YNDK Û BURAYAN KIRIN

Beriya pevçûna li geliyê Metîna û Zapê tiştên cuda li Hewlerê qewimîn. Çend roj berê li dijî gelek saziyên PKK'ê êrişên organîze hebûn. PDK'ê pere dabûn hin komên sivîl û li dijî PKK'ê seferber kirin û dest bi provokasyonan kir. Ofîsa YNDK 'ê (Yekitiya Neteweya Demokratîk a Kurdistanê) û ofîsên din rastî êrişa girseyên organîzekirî hatin. Camên wê hatin daxistin û kaporteyên erebeyan parçe kirin. Hewl hat dayîn kadroyên li hundirê avahiyan lînç bikin. Di hundir de rewşeke dîlgirtinê hebû. Hêzên ewlehiyê yên PDK'ê ev êriş bi rêxistin kirin, bi rê ve birin û destek danê.

GEL JÎ SOR KIRIN

3 roj beriya komkujiya Hewlerê, hevalên di avahiyan de asê mabûn biryara derketina ji bajêr da û 3 hevalên dê bişanda da ku kontrol bikin ka derketina derve ewle ye yan na. Koma ji 3 kesan pêk dihat, bi erebeyekê ji malê derketin û rastî êrişa girseyê a bi kevir û çoyan hatin û bi dijwarî karîn ji bajêr derkevin û camên erebeyê hatin şikandin. Hevalên mayî jî careke din ev derfet bi dest nexist û ji ber dorpêçê nekarîn ji bajêr derkevin. Roja komkujiyê di pêwendiyeke bêtêlê ya bi hevalên li bajêr mane, gotin "Rewş gelekî xerabtir bû û destûr nayê dayîn ku derkevin derve." Piştî wê hemû têkilî qut bûn û êdî pêwendiyên bêtêlê jî çênebûn.

16'Ê GULANÊ ÊRIŞA HEMWEXT DEST PÊ KIR

Di 16'ê Gulanê de li dijî saziyên li bajêr, buroya partiyê, saziya çandê, mala nexweşxaneyê û ofîsa ku yekîneya karên derve lê dima, êrişeke berfireh a hemwext hat kirin. Ev êriş bi armanca îmhakirinê pêk hat. Hemû hevalên bêçek û bêparastin ên li nava avahiyan, tevî ku derfetên girtinê hebûn jî, înfaz kirin.

WÊNEYÊ KOMKUJIYÊ YÊ XIYANETÊ

Komkujiya herî mezin jî ku wek Komkujiya Hewlerê kete nava pelên dîrokê, li mala nexweşxaneyê ya ku hevalên birîndar lê diman, pêk hat. Komek mezin a hevalên hewcedarî lênêrînê bûn û bi tena serê xwe nedikarîn pêdiviyên xwe yên şexsî dabîn bikin, li nava nivînên xwe yên nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Bi awayekî bêrehm gerîlayên birîndar ên ku nedikarîn bi tena serê xwe xwarinê bixwin, avê vexwin an jî pêdiviyên xwe bi cih bînin, qetil kirin. Hin heval jî tevî ku derfet hebû bên girtin jî lê negirtin û li nava kolanê gule lê reşandin.

VÎ ŞERÊ XIYANETÊ TIŞTEK NEDA PDK'Ê JÎ

Van êriş û komkujiyan ji bilî xizmeta ji bo dijminê Kurdan tu sûdeke din nedaye. Yanî bi van êriş û komkujiyan re PDK’ê û Barzaniyan xiyanet li doza neteweyî ya gelê Kurd kir. 

Her çi qas dayikên aştiyê laçikên xwe yên spî ku sembola aştiyê bûn, derxistin û ji bo pêşî li pevçûnan bigirin wek diyariyekê pêşkêş kirin jî, encamek jê derneket.

HIN ŞEHÎDÊN KOMKUJIYÊ

PDK ku bi rengekî çalak tev li êrişên dewleta Tirk a faşîst bû, xwest hebûna PKK'ê ya li bajaran bi yekcarî biqedîne. Kî girtin, dixwaze endamê PKK'ê be yan jî nêzî PKK'ê be, biryara înfazê ji bo wan da. Mehmûd Afarof (Uzeyir Îlhan), Ozan Çiya, Salih Agaç, Hozan (Omer Ozsokmenler), Ronahî û gelek hevalên din bi berxwedana xwe wek kesayetên herî naskirî yên vê komkujiyê gihîştin şehadetê. Di rastiyê de 2 welatparêzên ji Bakurê Kurdistanê Îsmaîl Qiyas (Îsmaîl Beyaz) û Serbest Harûnî (...Erdogan) ku ji kampa Nînovayê ji bo tedawiyê hatibûn jî hatin înfazkirin. Di heman serdemê de hin şivanên li kampa Nînovayê jî ser jê kirin, hin birîndar bûn û sewalên wan hatin desteserkirin. Hovîtî li her derê belav dibû.

Ne tenê li Hewlerê, di kontrolên rê û gelek deverên din de jî heval şehîd kirin. Çavsorî bê hed bûbû. Di serdema piştî komkujiya Hewlerê de li derdora kampa Garê, Metîna û Nînovayê di kemînên PDK'ê de gelek kom şehîd bûn. Heman salê koma ku heval Gurbet Aydin tê de bû li Gareyê şehîd bû û li Bamerniyê jî komeke ku hevala Meryem Çolak jî di nav de, şehîd bûn.

CENAZEYÊN WAN BI DIZÎ DI GORÊN KOMÎ DE HATIN VEŞARTIN

Hejmara tam a kesên li Hewlerê hatin qetilkirin, nehatiye tespîtkirin. Aqûbeta wan qet nehate zanîn. Tu agahî nehate dayîn bê ka ew li ku derê hatine veşartin. Tevî ku malbatên kesên hatin qetilkirin gelek caran serlêdan kirin jî, hemû hewldanên wan bê encam man. Cenazeyên gerîlayên bi dizî di gorên komî de hatin veşartin. Piştre li gorî hin agahiyên ji gel hatine wergirtin, tê gotin ku asfalt li ser van goran hatiye rijandin û kirine rê.

REWŞA ŞER BI SALA 1997'AN RE SÎNORDAR NEMA

PDK ji hêla siyasî ve teslîmî dewleta Tirk a faşîst bûbû. Teqez e ku hêzeke teslîmkar dê xiyanetkar be. Êdî zelal û piştrast bû ku têkiliya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re yek li ser bingeha dîlgirtin û xiyanetê bû. Rewşa şer tenê bi sala 1997'an re sînordar nema. Heta serok Apo dîl hat girtin, berdewam kir. Bîlançoya pêvajoya pevçûnê pir giran bû. Gelek kom ketin kemînê û şehîd ketin. Mîna çarenûsa komek ji gerîlaya herî dawî li Xelîfanê şehîd bûn. Tevî ku malbatên gerîlayên Rojava serlêdan kirin û çalakiya kon li dar xistin jî, hewcedarî bi bersivdayînê nedîtin.

DÎROK ÎRO JÎ XWE DUBARE DIKE

Pratîka PDK'ê ya di Komkujiya Hewlerê de pêkanîneke nû nîn e. Dîroka wê hema bêje dîroka komkujî û komployan e. Ji ber nakokiyên di navbera wan û YNK'ê de, çawa ku li ser sînorê Bakur Elî Eskerî û bi sedan pêşmergeyên YNK'ê dorpêç kirin û li Katoyê qetil kirin, bi komployekê Saît Elçî û Saît Kirmizitoprak jî qetil bikin. Gelek tişt anîn sere PDK'a Îranê û hema hema ew anîn ber radeya qedandinê. Di şerên 1992, 1995 û 1997'an de xwestin rewşeke bi heman rengî bînin serê PKK'ê. Niha jî wan tu carî dev ji vê zîhniyetê bernedate. Dîrok îro jî xwe dubare dike.

HEMAN MENTIQ

Mentiqê êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û Şengalê mentiqê şer ê salên 1990'î ye û tu ferqa xwe nîn e. Ji bo berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd xwe gihandiye rewşeke hîn xetere û gihaştiye qonaxa man-nemanê. Di hiqûqa şer de, di hiqûqa dijmin de mirovên bêparastin ên birîndar, bi hovitiyeke bi vî rengî re ku kêm caran di hiqûqa dijmin de tê dîtin, hatin qetilkirin. Ev yek çi dijminatî, kîn û hêrseke çawa ye ku vê hovîtiyê dike? Ev komkujî ji bo çi hatin kirin? Divê ev bê fêmkirin û aşkera kirin. Komkujiya beriya çaryek sedsalê, hîna wekî duh hatibe kirin, zindî ye. A rast em li heman cihî ne. Ew ji dijminatî, kîn û hêrsê azad nabin. Heta niha dewlemendiyên xwe zêdetir kirin, gel û nirxên wan talan kirin û berjewendiyên neteweyekê ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî tune kirin. Bi ketina nava şerekî nû yê bi PKK'ê re bi qedera neteweya Kurd dilîzin.

DÎROKA MALBATA BARZANÎ LEKEYEKE REŞ E LI SER DÎROKA KURDAN

Rewşa niha ya şer a PDK'ê jî dewama dîroka borî ye. Dixwazin rûpeleke nû li dîroka xwe ya qirêjî û bixwîn zêde bikin. PDK bi komkujî û komployan xwedî rabirdûyeke dîrokî ye û bi vê rêbazê tenê xizmetê ji dijminan re dike. Tu xema wan a berjewendiya neteweyî nîn e. Ew jî berjewendiya neteweyî ji bo xwe wek fikrekî dijber dibînin. Tevî ku wek PDK tê nirxandin û bi navkirin jî, bi esasî malbata Barzanî ye. Ji mentiqa ‘bila kêm be bila ya min be’ rizgar nabin. Serpêhatiyên dîrokî yên malbata Barzanî wek lekeyeke reş li ser dîroka Kurdan e. Ev malbata ku ji aliyê siyasî ve ew qasî kor e ku derfeta xweseriyê ya ji aliyê Sedam Huseyîn ve hatiye dayîn jî berhewa kir û ji bo Kurdan jî xwedî vîzyoneke siberojê nîn e.

KOMKUJIYA HEWLÊRÊ MÎNAKEKE ŞÊNBER E

Meha Gulanê meha ji bo PKK'ê meha şehîdan e. Ji bo vê jî wek Meha Şehîdan tê binavkirin. Komkujiya Hewlerê ya 16'ê Gulana 1997'an yek ji windahiyên herî giran e ku bi destê xiyaneta PDK'ê li gelê Kurd hatiye kirin. Ji ber ku hevalên me yên birîndar û bêparastin hatine qetilkirin. Hemû Kurdên xwedî wijdan divê hesabê vê komkujiyê baş bike û encamekê jê derxe. Komkujiya Hewlerê jî derseke gelekî mezin bû. Di warê mentiq û zîhniyeta dijmin de mînakeke girîng e. Em vê komkujiyê ji wijdanê Kurdan re vedibêjin û em bang li gelê xwe dikin ku li dijî xiyanet û hevkariyê helwestê nîşan bidin.

XIYANETA PDK'Ê DÎSA AKTORA SEREKE YE

Di êrişên tunekirinê yên dewleta Tirk a faşîst a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de jî xiyaneta PDK'ê dîsa aktora sereke ye. Heta ku ev xeta xayîn hebe Kurd dê her tim bi komplo û komkujiyên bi vî rengî re rû bi rû bibin.

18'ê Gulana 1978'an salvegera şehadeta Hakî Karer şehîdê pêşeng ê PKK'ê ye. Bi vê wesîleyê em careke din şehîdên meha Gulanê û hemû şehîdên şoreşê, bi taybetî hevalên Hakî û şehîdên Hewlerê bi bîr tînin û li pêşberî bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.