Bi boneya Roja Zimanê Kurdî çalakiyên cihereng

Li gelek bajarên herêma Cizîrê her wiha taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi boneya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî şahî hatin lidarxistin.

15 gulan, 2022   19:18
QAMIŞLO

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi diruşma "Bi hev re em Roja Zimanê Kurdî bixemilînin" li stada Heysem Kiço îahiyek lidar xist.

Di şahiyê de nûnerên Rêveberiya Xweser, bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo û Rêveberiya dibistanan amade bûn.

Di şahiyê de endama Rêveberiya SZK ya herêma Cizîrê, Viyan Cûdî, axivî û beha kar û xebatên Saziyên Zimanê Kurdî ji bo pêşxistina zimanê kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêvebir a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer jî 15'ê Gulanê li gelê Kurd û malbatên şehîdan pîroz kir.

Şahî bi pêşkêşkirina stranan ji aliyê komên Cûdî û Pargîn ve dewam kir.

AMÛDÊ

Bi heman mebestî li Amûdê li Navenda Çand û Hunerê ya Hûrî û bi hevkariya Rêveberiya Dibistanan li dibistana Aram Tîkran şahiyek hat lidarxistin.

Di Şahiyê de endamê Meclisa Navçeya Amûdê Seman Şêxo û endamê Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Arşek Baravî axivîn û Roja Zimanê Kurdî pîroz kirin. Her wiha kar û xebatên mamosteyan di dibistanan de silav kirin.

Xwendekaran jî behreyên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

HELEB

Li bajarê Helebê jî, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya taxa Şêxmeqsûd şahiyek li dar xist.

Bi sedan şêniyên taxê, endamên saziyên sivîl, meclis û komîn amade bûn.

Her wiha di şahiyê de endama rêveber a KPC-D Zehîde Reşîd û endama Kongra Star Zeyneb Qenber axivîn.

Paşê xwendekarên Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn, Koma Kulîlkên Pêşerojê ya Tevgera Hîlala Zêrîn, Koma Çiyayê Hawarê ya Tevgera Çand û Hunerê û Koma Şehîd Ronahî berhemên xwe pêşandan.

ANHA