Yekitiya Mamosteyên Efrînê û Desteya Perwerdeyê Roja Zimanê Kurdî pîroz kir

Yekitiya Mamosteyên Herêma Efrînê û Desteya Perwerdeyê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û UNICEF`ê kirin ku ji bo parastina zarokan û bi taybetî yên koçber xwedî helwesteke exlaqî bin û zimanê kurdî bixin nav lîsteya zimanên fermî yên cîhanê.

Yekitiya Mamosteyên Efrînê û Desteya Perwerdeyê Roja Zimanê Kurdî pîroz kir
15 gulan, 2022   11:34
ŞEHBA

Bi dehan endamên Yekitiya Mamosteyên Herêma Efrînê û Desteya Perwerdeyê îro li pêşiya dibistana Kampa Berxwedan a Şehbayê kom bûn û bi boneya Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek dan.

Endamê Desteya Perwerdeyê Demhat Sîdo û endama Yekitiya Mamosteyên Herêma Efrînê Rohay Kûsa daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de behsa siyasetên qirkirina çandî û asîmîlasyonê yên li dijî gelê Kurd û krîmînalîzekirina zimanê Kurdî di qadên siyasî, civakî, aborî, çandî û qanûnî de hat kirin û hate gotin: “Kovara hawar di teşhîrkirina wan siyasetan û pêşxistina zimanê kurdî de roleke dîrokî lîst. Li ser wê yekê roja yekê ya derxistina kovara Hawarê wekî Cejna Zimanê Kurdî hat pejirandin. Di navbera 1932-1943`an de 57 hejmarên kovarê bi zimanên erebî û latînî hatin derxistin.”

Di dewama daxuyaniyê de bal li ser xebatên têkildarî zimanê kurdî li Rojava hate kirin û ev tişt anîn ziman: “Di saziyên civakê de şoreşa zimanê kurdî pêk hat. Saziya Zimanê Kurdî (SZK) hat avakirin û li hemû gund û taxan perwerdeya zimanê kurdî hat dayîn. Di 6`ê Îlona 2011`an de yekemîn dibistana seretayî ya fermî li gundê Dûraqliya yê Efrînê hat vekirin. Piştre li kantona Efrînê Peymangeha Zimanê Kurdî hat vekirin. Di 17`ê Mijdara 2014`an de jî yekemîn zanîngeha bi zimanê kurdî li Efrînê hat vekirin û beşên cuda di nav de hebûn. Di 26`ê Tîrmeha 2015`an de jî xwendekaran dest bi qeydkirina navên xwe di zanîngehê de kir.

Piştî destkeftiyên li ser asta xwendin û perwerdeyê di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, dewleta Tirk a faşîst ku bi fikar bû li hember wê pêşketinê, dest bi êrişên hovane yên li dijî gelên herêmê kir û gel bi darê zorê ji Efrînê da koçberkirin. Bi hezaran xwendekar ji mafê perwerdeyê bê par hatin hiştin. Piştî dagirkirina kantona Efrînê jî li dijî sivîlên herêmê gelek sûc pêk hatin, di wê çarçoveyê de bi dehan dibistan veguherandina baregehên leşkerî û navendên ragirtin û êşkenceyê, hinek jî veguherandin navendên ola îslamê ya tundraw.”

Di dawiya daxuyaniyê de Roja Zimanê Kurdî li tevahî gelê Kurd û hezkiriyên zimanê kurdî hat pîrozkirin. Her wiha bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, NY, UNICEF`ê hat kirin ku ji bo parastina zarokan bi taybet zarokên koçber, xwedî helwesteke exlaqî bin, dagirkeriya Tirk bi dawî bikin da ku xwendekarên koçber vegerin warê xwe û bi zimanê dayikê perwerde bibin, her wiha zextê ji ser zimanê kurdî rakin û bixin nav lîsteya zimanên fermî yên cîhanê.

(cx)

ANHA