Leşkerên Tirk gundekî Şemzînanê bi zorê vala dikin

Leşkerên Tirk ev 40 roj in gundê Şikeftan ê navçeya Şemzînan ya Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê dorpêç dikin. Leşkerên dewleta Tirk îro jî bi darê zorê gund vala dikin.

Leşkerên Tirk gundekî Şemzînanê bi zorê vala dikin
15 gulan, 2022   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Gundê Şikeftan ê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ji 21'ê Adarê ve ji aliyê leşkeran ve dorpêçkirî ye, ku hingî li Geverê di wesayita polîs A.K. de zêdeyî 52 kîlo teqemenî hatibû dîtin.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu wê demê îdîa kiribû ku teqemenî li Iraqê li wesayitê hatiye barkirin, anîne Şemzînanê û hedef jî Stenbol bû. Di çarçoveya lêpirsîna ku piştî îdîayên Soylu hat destpêkirin de gundê Şikeftan ji aliyê leşkeran ve ev 40 roj in hatiye dorpêçkirin û ketina gund hatiye qedexekirin.

Niha jî leşkerên Tirk bi darê zorê gund vala dikin. Ji 50 malbatan 35 malbat ji gund derketin. Hate hînbûn ku niha li gund 15 mal hene.

Ev 10 roj in ava vexwarinê ya gundiyan qut bûye. Li gund jî derketina ji malên xwe tê astengkirin. Hate hînbûn ku kesên ku ji bo xwarinê bikirin ji gund derketine, êşkenceya lêgerîn û kontrolkirina nasnameyê li wan tê kirin.

Çavkanî: ANF