Remziye Mihemed: Divê jin bersiva siyasetên li dijî gelên Kurdistanê bidin

Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed bang li tevger û rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên li seranserê Kurdistanê kir ku li hember hemû komplo û planên li dijî gelên Kurdistanê bi roleke mezin rabin.

Remziye Mihemed: Divê jin bersiva siyasetên li dijî gelên Kurdistanê bidin
15 gulan, 2022   09:27
QAMIŞLO

Bi dirûşma “Ji bo yekkirina helwestên jinên Kurd li dijî dagirkeriyê” vê sibê Civîna Şêwira Jinên Kurd a Rojava li Qamişloyê dest pê kir. Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed di destpêka civînê de bixêrhatina mêvanan kir û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn. Her wiha berxwedana jinan a li girtîgehên dewleta Tirk a li dijî faşîzmê, silav kir.

Remziye got jinan têgîna ku siyaset tenê ya zilaman e, derbas kir û îsbat kir ku ji bo bidawîkirina wan siyasetan jin dikarin hemû erkên xwe bînin cih, bi taybet jî jinên li herêmên dagirkirî wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.

Remziye Mihemed îşaret bi êrişên dagirkeriya Tirk ên li seranserê Kurdistanê, bi taybet li Rojava, kir û got: “Ev lihevkirin û komployên ji bo qirkirina Kurdan dewam dikin. Jinên Kurd jî para mezin ji van siyasetan girt.”

Remziye bal kişand ser barê dikeve ser milê tevger û rêxistinên jinan, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl û mafên mirovan û diyar kir ku divê hemû jinên Kurd li hemberî siyaset û komployên li dijî gelên Kurdistanê bi roleke sereke rabin.

Remziye Mihemed di axaftina xwe de îşaret bi rola jinan di hemû qadan di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jî kir û got: “Jinan binavkirina ‘Şoreşa Jinan’ heq kir.”

Remziye her wiha teqezî li ser têkoşîna jinan a domdar a ji bo parastina destkefiyên xwe û destkeftiyên gelên Kurdistanê kir û ev tişt anîn ziman: “Ji bo nîqaşkirina rola jinan di parastina van destkeftiyan de, berpirsyariya dikeve ser milê wan û sekinandina li hember siyasetên li hemberî jinan, ev civîna şêwirê hatiye lidarxistin.”

Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed îşaret bi rola jinên Kurd ên di nava partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl de ji bo lidarxistina Konferansa 3`yemîn a Jinên Enternasyonalîst kir û wiha domand: “Konferans ji bo nîqaşkirina şerê ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî jinan dimeşînin û nahêlin ku ew rola pêşeng di civakê de bilîzin, her wiha hewldanên wan ên tunekirina rola jinên têkoşer di hemû qadên jiyanê de, dê were lidarxistin.”

Remziye bal kişand ser rola YPJ`ê û YJA Starê di bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û parastina destkeftiyên jinan de û destnîşan kir ku divê bi hemû rê û rêbazan piştgiriyê bidin van jinên têkoşer.

Civîn bi nîqaşkirina beşa yekemîn ê bi sernavê “Geşedanên siyasî li Kurdistanê û nêrînên jinan li ser wan” dewam dike.

(cx)

ANHA