​​​​​​​Hilbijartinên parlamentoyê li Lubnanê dest pê kirin

Li navendên dengdanê yên li parêzgehên Lubnanê hilbijartinan saet di 07:00`ê dest pê kir. Hêzên ewlekariyê tedbîrên ewlehiyê xurt kirine.

​​​​​​​Hilbijartinên parlamentoyê li Lubnanê dest pê kirin
15 gulan, 2022   07:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo gera dawîn a hilbijartinên parlamentoyê lubnaniyan vê sibê berê xwe da sindoqên dengdanê. Ev qonax ji bo diyarkirina pêşeroja welat, wek qonaxeke çarenûsî tê hesibandin.

Duh hemû amadekariyên hilbijartinan bi dawî bûn. Ji bo parastina ewlehiyê di dema rêveçûna hilbijartinan de, 75 hezar efser, leşkerên artêşê û hêzên ewlekariyê li 15 daîreyên dengdanê bi erka parastinê radibin.

Fermandariya artêşa Lubnanê bi daxuyaniyekê bang li welatiyan kir ku bi hêzên ewlekariyê re hevkar bin û li gorî perspektîfan tev bigerin.

Hezar û 43 namzet li 15 daîreyên dengdanê, di nava 103 lîsteyan de li ser 128 kursiyên parlamantoyê ketine pêşbirkê. Hilbijartin di bin çavdêriya şandeya Yekitiya Ewropayê (YE) û şandeya Komkara Erebî de pêk tên. 75 hezar leşker ji bo parastina rêveçûna hilbijartinan hatine erkdarkirin. Wezîrê karên hundir Besam El-Mewlewî jî eşkere kir ku hêzên wan li hezar û 775 navendên dengdanê belav dibin.

Bi destpêkirina dengdanê re, li hin navendên dengdanê yên li Terablus û Belebekê kehrebe qut bû. Li navendeke dengdanê ya li bajarê Nebetiyê yê başûrê welêt jî dengdan li ber çirayên telefonan bi rê ve diçe.

Berdevkê malbatên qurbaniyên teqîna Bendera Beyrûtê Îbrahîm Hûtawî ji ajansa me re got: “Em li dijî vê sîstemê ne ku ji beriya 30 salan ve me hikum dike û ji me didize û me hildiweşîne.”

Hûtawî diyar kir ku ji bo guhertina vê sîstemê û hesabxwestina ji wê, her wiha ji bo karibin li welatê xwe bijîn, hilbijartin derfetek e.

Hilbijartin li gorî qanûna sala 2017`an hatiye erêkirin, pêk tê. Şîrovekar jî dibêjin ku hilbijartin bi temamî li gorî partiyên serdest hatine organîzekirin û ew texmîn nakin ku hilbijartin bi xwe re guhertinan pêk bîne.

Hin partî û komên muxalîf jî dibêjin ku li gelek daîreyan dê binpêkirin çêbin.

(cx)