​​​​​​​MSD'ê têkildarî siyasetên guhertina demografî semînerek da

Lêkolîner û akademsiyen Ehmed Sîno di semînera MSD`ê ya li bajarê Hesekê de diyar kir ku dewleta Tirk siyaseta osmanî ya qirkirin û tirkkirinê li dijî gelên herêmê didomîne û anî ziman ku avakirina avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî vê yekê eşkere dike.

​​​​​​​MSD'ê têkildarî siyasetên guhertina demografî semînerek da
14 gulan, 2022   14:22
HESEKÊ

MSD`ê bi dirûşmeya "Guhertina demografî li Sûriyê û plana Tirkiyê ya avakirina avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî" semînerek da. Bi dehan rewşenbîr, nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên jinan û endamên Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Hesekê  beşdarî semînerê bûn.

Semîner li Bexçeyê Xwendinê yê bajarê Hesekê hate dayîn. Di semînerê de Dr û lêkolînerê akademisyen Ehmed Sîno bal kişand ser guhertina demografîû  qirkirina etnîk û li dijî "Ermen, Kurd, Suryan, Aşûr, Elewî, Êzidî, Ereb, Bulgar û Yewnan" ji aliyê împratoriya osmanî û dewleta Tirk ve kir.

Sîno behsa hejmara qurbaniyên siyasetên dewleta Tik û komkujiya Sêfo kir û wiha hate gotin: "Milyon ermenî bûn qurbaniya wê komkujiyê. Her wiha 600 hezar Kurd, 500 hezar Suryan jiyana xwe ji dest dan û ev jî di nava dîrokê de bi Komkujiya Sêfo 1915`an hate naskirin."

Sîno îşaret bi bandorên komkujiyan kir, ji valakirina gund û bajaran ji niştecihên wê yên resen û bicihkirina tirkan li şûna wan, qutkirina herêman ji hev mîna Lîwa Îskenderon û binpêkirinên ku niha li Idlib, Efrîn, Cerablus, Bab, Ezaz, Girê Spî û Serêkaniyê têne kirin.

Sîno anî ziman ku vegerandina milyon koçberên sûrî ber bi Bakurê Sûriyê ve û avakirina avahiyên mêtîngeriyê yên nû li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagirkirî berdewamiya guhertina demografî ye.

Ehmed Sîno di axaftina xwe de destnîşan kir ku ji ber siyasetên Tirkiyê yên li Efrînê hejmara niştecihên resen ku ji sedî 98 bû daket ji sedî 20.

Beşdaran jî nêrînên xwe anîn ziman, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi nêzîkbûna bidawîbûna sedsalaiya ragihandina komara Tirkiyê hewl dide osmaniya nû ava bike. Her wih gotin, Tirkiyê ji nakokiyên hêzên destwerdanê li Sûriyê dikin li ser hesabê gelê Sûriyê sûdê digire û aloziya Sûriyê kurtir dike.

(bx)

ANHA