Çalakvanên Suryan: Gelê herêmê bi berxwedanê dikare hebûna xwe mîsoger bike

Çalakvanên Suryan ku tev li çalakiya bi dirûşma “Na ji siyasetên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê re” bûne, êrişên dewleta Tirk a qirker ên li dijî gelan wek sûc û kiryarên terorîst bi nav kirin û got “Gelê herêmê bi berxwedanê dikare hebûna xwe li welat mîsoger bike.”

Çalakvanên Suryan: Gelê herêmê bi berxwedanê dikare hebûna xwe mîsoger bike
14 gulan, 2022   07:44
QAMIŞLO- SÎMA BIROKÊ

Rojane êrişên dewleta Tirk a dagirker ne tenê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li dijî Başûrê Kurdistanê jî dewam dikin. Tevî nerazîbûn û şermezarkirina gelên herêmê jî êriş berdewam dikin.

Bi pêşengiya Partiya Yekitiya Suryan, Yekitiya Jinên Suryan û Yekitiya Ciwanên Suryan a Pêşverû, pêkhateyên Suryan çalakiyek bi dirûşma “Na ji siyasetên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê re” li dar xist.

Çalakvanan nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin. Mîlad Gorgîs diyar kir ku dixwazin xetereya êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker bidin xuyakirin û got: “Sûcên dewleta Tirk a dagirker ku li dijî gelê me li Til Temirê pêk tîne ne hêsan in. Hêzên garantor mîna Rûsya û Amerîkayê li herêmê ji destpêkê ve binketina xwe li beramberî êrişên dewleta Tirk dane nîşandan.”

Mîlad Gorgîs da zanîn ku çalakî bi tevlêbûna pêkhateyên herêmê pêk hat û got: “Em berxwedan û têkoşîna hêzên QSD, Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan û Hêzên Asûrî yên Xabûrê pîroz dikin.”

Mîlad Gorgîs bang li pêkhateyên herêmê jî kir û got: “Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin.”

Nûra Hina jî destnîşan kir ku li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî her roj jin rastî destdirêjî û binpêkirinan tên û wiha dom kir: “Êdî em ji siyasetên dewleta Tirk a faşîst re dibêjin na.”

Nûra Hina da xuyakirin ku dewleta Tirk ji bo pêkanîna planên xwe dixwaze rê li ber yekitiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire, pê re planan ji bo guhertina demografiyê datîne û wiha got: “Bi navên cuda dixwaze dagirkirina xwe ji welatê me re berfireh bike, dewleta Tirk piştgiriyê dide hêzên terorîst û ew jî teror e.”

Di dawiyê axaftina xwe de Nûra Hina wiha got: “Em bi rêzdarî hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û berxwedana hêzên xwe yên leşkerî silav dikin.”

Çalakvanê bi navê Fadî Jîjo jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker xwe li ser xwîna gelan ava kiriye, heta niha jî wiha berdewam dike. Fadî Jîjo bal kişand ser encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ku ew jî bi êrişên xwe dixwaze gel ji neçarî ji herêmên xwe derkevin.

Fadî Jîjo wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Da ku gelê herêmê hebûna xwe li welatê xwe misoger bike; divê gelê herêmê bi yekdengî û bi yekhelwestî bang bikin, ji ber ku gelê me li vir ji dayik bûye û divê heta dawiyê li vir bijî.”

ANHA