Sozdar Dêrik: Bendên peymana civakî mafên me misoger dikin

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ`ê Sozdar Dêrik destnîşan kir ku ew pabendî bendên reşnivîsa peymana civakî ne û ew bend wekî misogerkirina mafên gelên herêmê nirxand.

Sozdar Dêrik: Bendên peymana civakî mafên me misoger dikin
13 gulan, 2022   00:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya komîteyekê ji pispor, siyasetmedar û nûnerên pêkhateyên herêmê pêk tê, hindek maye ku reşnivîsa peymana civakî ya nû bi dawî bike.

Reşnivîsa peymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çar beşên sereke pêk tê; prensîbên bingehîn, maf û azadiyên bingehîn, sîstema civakî û bendên giştî ku 99 madeyan di nav xwe de digire.

Benda 76`an a reşnivîsa peymana civakî li ser parastin û xweparastinê ye, tê de wiha hatiye gotin: “Hêzên xweparastina civakî, ji parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parastina sivîl û mal û milkên wan ji êriş û dagirkeriyê berpirs in. Rêxistinên xweparastinê di bin fermandariya giştî ya hevbeş de tê birêxistinkirin ku li hember Meclisa Gelan a Demokratîk berpirs e. Rêxistinên xweparastinê yên xwecih jî li hember meclisên gel ên herêmê berpirs in.”

Têkildarî mijarê, endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Sozdar Dêrik got: “Bingeha projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê birêvebirin, birêvebirina ya xwe bi xwe, birêxistinkirina meclisên xwe, rêveberiya civakê ya bi xwe, avakirina xweparastinê ye. Ji ber wê peymana civakî ya tê nîqaşkirin gelek girîng e.”

Sozdar Dêrik wiha domand: "Em weke hêzên leşkerî yên herêmê xwe di çarçoveya vê peymanê de dibînin. Ev peyman nûnertiya me dike, gelek bend hatin gotûbêjkirin û em tê de beşdar bûn, YPJ`ê di parastina civakê û parastina gelan de girîngiyeke wê mezin heye."

'EM Ê PABENDÎ BENDAN BIN'

Sozdar Dêrik di berdewamiya axaftina xwe de got ew ê pabendî bendên reşnivîsa peymana civakî bin û got: "Ji ber ku YPJ`ê xwe weke tevgereke taybet a jinan birêxistin dike û em ê pabendî hemû bendên ku bandorê li ser parastina civakê û parastina welat dikin, bin. Em ê rêzê jê re bigirin, ji ber ku Rêveberiya Xweser diparêzin. Li ser vê esasê, em vê gavê gaveke rast dibînin.  Divê tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li peymana civakî bibin û wê biparêzin û beşdarî hilbijartinên ku dê di pêşerojê de were lidarxistin, bibin."

'XWEPARASTIN MAFEKÎ RAWA YÊ HEMÛ GELAN E'

Sozdar Dêrik li ser girîngiya rêxistinkirina civakê got: "Dunya şahidê şerê desthilatdariyê ye û gel di bin bandora vî şerî de maye, ji ber vê yekê divê gel xwe birêxistin bikin. Mînakên li ser vê yekê hene mîna şerê li Efganistan, Ukrayna û Sûriyê. Gelê ku xwe birêxistin neke û parastina xwe neke tu hêz nikare wê biparêze û dê rastî gefan û êrişan bên. Xweparastin erka xwediyên vê axê û vê civakê ye, xweparastin mafekî rewa yê hemû gelan e."

Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Sozdar Dêrik di dawiya axaftina xwe de got: "Bendên reşnivîsa peymana civakî ji bo misogerkirina mafên me têrê dike, ji ber ku yekîneyên parastinê pergal û rêziknameya wê ya taybet heye ku em ku pabendî wê ne. Em di wê baweriyê de ne ku bendên reşnivîsa peymana civakî têra me dikin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku benda 98`an û ya dawiyê ya reşnivîsa peymana civakî diyar dike ku eger li Sûriyê li ser destûreke bingehîn a demokratîk were lihevkirin, ew peyman dikare bê guhertin.

(dx)

ANHA