Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistinên Jinan bi daxuyaniyekê "vegera koçberan" şermezar kir-hat nûkirin

 Platforma Çalakiyên Hevbeş ên rêxistinên jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê projeya dewleta Tirk a dagirker ya vegera koçberan û helwesta şermûk a hikumeta Şamê li hember vê projeyê de daxuyaniyek da.

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistinên Jinan bi daxuyaniyekê "vegera koçberan" şermezar kir-hat nûkirin
12 gulan, 2022   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Meclisa Jinan a Sûriyê Mekiye Izedîn Hiso û endama rêveber a Kongra Star a Kantona Qamişlo Ibtîsam daxuyanî li pêşiya çerxerêya Efrîn a li rojhilatê Qamişlo xwend.

Li Reqayê seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xedro heman daxuyanî xwend.

Daxwiyaniya Platfora Çalakiyên hevbeş ên rêxistinên jinan wiha ye:

"Ji destpêka krîza Sûriyê ku ji sala 2011`an ve berdewam e, dewleta Tirk a dagirker rola herî xirab lîst wekî dewleteke cîran ji Sûriyê re ku rêzgirtin ji têkiliyên cîrantî re girtibe. Lê belê destwerdana wê di kar û barên Sûriyê de û dagirkirina bajarên wê zagonên navneteweyî û mirovî bin pê kirin. Her wiha hemû rêgezên cîhanî paşguh kirin bi taybet li herêmên dagirkirî ku hemû kiryarên dûrî pîvanên mirovahiyê pêk tîne ji kuştin, revandin û dîlgirtina jinan ku rêjeya herî bilind ji wan pêk tê ta ku bigihêje asta sûcên şer û li dijî mirovahiyê.

Daxwiyaniyên dawî  yên dewleta Tirk ên der barê veger û bicihkirina milyon koçberên sûrî ku li Tirkiyê bûn, li herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê yên hatine dagirkirin, piştî ku niştecihên wê bi darê zorî koçber kirin û pê re cihên pîroz û şûnwaran wêran kirin, her wiha zimanê tirkî û ferz kir,  navên dibistan û qadan bi mebesta guhertina  erdengariya  ekolojî û jiholêrakirina nasnameya dîrokî ji herêmê re ku rêjeya herî zêde kurd in guhertin.  Ev daxuyanî berdewamiya pêkanîna siyaseta guhertina demografiyê ye, piştî ku di bin navên cuda de êrişî herêmê kir û dagir kir. Lê tişta ku tê şermezarkirin alîgiriya hin dewletên erebî mîna Qeter û Kiwêtê ye ku piştgiriya darayî ji van rêxistina re dikin da ku projeya xwe ya dagirkeriyê bi pêş bixin bêyî ku nirx bidin, mafên herî rawa yên mirovî. Li rex helwesta hikumeta Şamê ya li dijî gelê xwe û berovajî hêviyên vî gelî, tişta herî metirsîdar û bobelat e ku ev piroje ji hêla NY`yê ve tê kirin. Ev derfetê dide vejandina DAIŞ`ê û aramiya gelên herêmê bikeve metirsiyê.

Ji ber vê em wekî Platforma Çalakiyên Hevpar ên Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilata Sûriyê bang li civata navneteweyî dikin ku bi berpirsiyariya xwe rabe der barê projeya dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze armanca xwe pêk bîne bi rêya lihevkirineke giştî da ku herêmê dagir bike.  ji ber vê divê civata navneteweyî xeteriya vê projeyê berçav bigire û derfetê nede ku guhertina demografiyê pêk were heta ku çareseriyeke siyasî li Sûriyê çêbibe û dewleta Tirk bê cezakirin li ser sûcên şer ên di herêmê pêk anîne.

Em bang li NY`yî dikin ku ku zextê li dewleta Tirk bike da ku ji herêmên hatine dagirkirin, derkeve û vegere sînorên xwe. Ji aliyekî din ve em bang li gel û pêkhateyên civaka Sûriyê dikin ku li hember projeya dewleta Tirk bisekinin ku dixwaze xewn û xeyalên xwe di pêkanîna hevpeymana Mîsaqî Millî de bi cih bike."