Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hatkirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin careke din serlêdan kirin.

Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hatkirin
12 gulan, 2022   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzer ji bo dîtina muwekîlê xwe Abdullah Ocalan hefteyê du caran serlêdanê dikin.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.