HPG nasnameyên 2 gerîlayan eşkere kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 gerîlayên li Zapê şehîd bûne eşkere kirin û got, "Sekn, têkoşîn, şerkerî, wêrekî û fedaîtiya herdu hevrêyên me wê timî rê nîşanî me hevrêyên xwe bide û bibe hinceta me ya ji bo tolhildan û serketinê."

HPG nasnameyên 2 gerîlayan eşkere kirin
12 gulan, 2022   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Gelê Kurdistanê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî gav bi gav ber bi serketinê ve dimeşe. Dewleta Tirk a qirker û mêtinger, ku dixwaze pêşî li serketina têkoşîna me bigire, hewl dide Kurdistanê ji nû ve dagir bike, dest bi sefera dagirkeriyê kiriye. Êrişa herî dawî ya dijmin a ji bo dagirkirinê ku 14'ê Nîsanê destpê kir, bersiva herî mezin ji jinên azad û leheng ên Kurdistanê yên bi nasnameya YJA Starê wergirt. Hostatiya li ser taktîkê, wêrekiya mezin, dilsoziya bi nirxên pîroz re û baweriya bi serketinê ya YJA Starê, di şexsê hevrêyên me yên li Zapê de careke din şênber bûn. Fermandar û milîtanên bijarte yên YJA Starê hevrêyên me Viyan û Eylem ku xwedî sekna lehengiyê bûn, pêşengî ji tîmên gerîla yê bi tevger re dikirin, derbên giran li dijmin dixistin û rê nedan dijmin, şehîd ketin. Sekn, têkoşîn, şerkerî, wêrekî û fedaîtiya herdu hevrêyên me wê timî rê nîşanî me, hevrêyên xwe bide û bibe hinceta me ya ji bo tolhildan û serketinê.

Di serî de malbatên hêja yên şehîdên me yên leheng em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Viyan Botan

Nav paşnav: Sevîm Dayar

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Kanîa-Mûstafa

Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2022 / Zap

Nasnav: Eylem Ronî

Nav paşnav: Dilvîn Ato

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Dayik-Bav: Necla-Îbrahîm

Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2022 / Zap