​​​​​​​Desteya Parastina Parêzerên Birêz Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê: 13 sûc li dijî rêbertî pêk hatine

Desteya Parastina Parêzerên Birêz Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirkrer li dijî rêber Abdullah Ocalan 13 sûcên di girtîgeha Îmraliyê de pêk anîne.

​​​​​​​Desteya Parastina Parêzerên Birêz Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê: 13 sûc li dijî rêbertî pêk hatine
12 gulan, 2022   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan sala 1999`an de di encama komployeke navneteweyî de dîl hate girtin û ji wê demê ve dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran lê ferz dike û rêber Abdullah Ocalan ji mafên xwe yên rewa yên hevdîtina bi malbatê û parêzerên re bê par maye.

Desteya Parastina Parêzerên Birêz Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker 13 sûcên dijî rêber Abdullah Ocalan pêk anîne.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Di girtîgeha Îmraliyê de dewleta Tirk mafên rêber Abdullah Ocalan bin pê dike:

*Peywendiya neyînî ya rêveberiya girtîgehan û dadgeriya Tirkiyê û dewamkirina pêkanîna desthiladariya mutleq.

*Tunebûna danûstandina mirovî û rêzgirtinê ji rûmeta resen re.

*Veşartina hûngiliyên girêdayî devera hucreyê li ser Desteya Parastinê.

*Tu agahiyên li ber destê rêbertî têkildarî mafên wî û şîroveyên van mafan û çawa bi kar bîne tune ne.

*Têkiliyên wî bi derve re hatine qutkirin bi taybet malbatê û parêzeran. Ev yek ne ji bo rojekê yan du rojan lê belê berdewam e.

*Rêber Abdullah Ocalan nikare alîkariya parêzerên xwe bi dest bixe yan jî xwe bigihîne wan an jî pê bişêwire. Hicet jî parastina ewlehiya girtîgehê ye. 

*Ji mafê serdana malbatê û avakirina peywendiyan bi wan re bê par hatiye hiştin.

*Rêbertî ji mafên tenduristiyê bê par e. Daxwazên rêbertî û parêzeran ên der barê vê yekê de tên paşguhkirin.

*Ji agahî, madeyên çandî û ragihandinê bê par e.

*Hucreya wî, ji aliyên têkildar û yên serbixwe ve nayê kontrolkirin.

*Rêbertî ji mafê pêşkêşkirina gilînameyekê têkildarî rêbazên danûstandina pê re nexasim êşkenceyê, danûstandina der mirovî û ya hişk bê par e.

*Li rêber Abdullah Ocalan êşkence li ser bingeha ziman, nêrîna siyasî û netew e tê kirin.

*Girtina di hucreya tekakesî de dewam dike.

(eh)

ANHA