Komxebata Eşîrên Ereb: Em li kêlek Rêveberiya Xweser û QSD’ê ne

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên li gundewarên Qamişlo da zanîn ku ew li kêlek Rêveberiya Xweser û QSD’ê ne û li dijî çi êrişekê amade ne.

Komxebata Eşîrên Ereb: Em li kêlek Rêveberiya Xweser û QSD’ê ne
Komxebata Eşîrên Ereb: Em li kêlek Rêveberiya Xweser û QSD’ê ne
Komxebata Eşîrên Ereb: Em li kêlek Rêveberiya Xweser û QSD’ê ne
Komxebata Eşîrên Ereb: Em li kêlek Rêveberiya Xweser û QSD’ê ne
Komxebata Eşîrên Ereb: Em li kêlek Rêveberiya Xweser û QSD’ê ne
Komxebata Eşîrên Ereb: Em li kêlek Rêveberiya Xweser û QSD’ê ne
Komxebata Eşîrên Ereb: Em li kêlek Rêveberiya Xweser û QSD’ê ne
Komxebata Eşîrên Ereb: Em li kêlek Rêveberiya Xweser û QSD’ê ne
11 gulan, 2022   14:47
QAMIŞLO

Meclisa Leşkerî ya Til Birakê komxebatek ji eşîreyan re li dar xist. Tê de bi dehan şêx û rûspiyên eşîrên Ereb û oldarên navçeyên Til Birak, Til Hemîs û Holê amade bûn û tê de li ser pêşdeçûnên nû û rola eşîran di sekna li hember êrişên li dijî herêmê de hatin nîqaşkirin.

Komxebat li hola civînan a Til Birakê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûvre yek ji fermandarên Têkiliyên Giştî ya herêma Cizîrê Ehmed El-Mûsa pêşdeçûnên dawî û xeteriyên li hember herêmê, rola QSD’ê di parastina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şîrove kirin.

Di komxebatê de şêx û rûspiyên herêmê axivîn û spasiya rola QSD’ê kir. her wiha şêx û rûspiyan teqezî li ser yekitiya li dijî çi êrişan kir û li kêlek wê jî li ser debara jiyanê ya li herêmê nêrînên xwe parve kirin.

Di dawiya komxebatê de  Meclisa Eşîran a herêmê daxuyaniyek da. daxuyanî ji hêla berdevkê şêx û rûspiyê herêmê Ehmed Hiwêder ve hate xwendin û wiha tê de hate gotin:

"Em rûspiyên herêmên Til Birak, Hol û Til Hemîsê yên herêma Cizîrê û tevahî hêzên me yên ji Ereb, Kurd û Suryan nahêlin tu destwerdanên derve û hundirîn li dijî destkeftî û nirxên gelê me bên kirin. Em îro li vir in da ku destekê bidin rêveberiya xwe ya xweser û saziyên xwe yên leşkerî û sivîl.

Em hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin, her wiha bang li NY’yê, Koalîsyona Navneteweyî û hemû rêxistinên navneteweyî dikin ku destekê bidin Rêveberiya Xweser li kêlek wê bisekinin ku "azadiya gelên herêmê" pêk bîne."

(fr)

ANHA