Li Kobanê çalakiya ciwanan a şermezarkirina êrişên dewleta Tirk berdewam e

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker û destekdayîna berxwedana gerîla çalakiyek li dar xist.

Li Kobanê çalakiya ciwanan a şermezarkirina êrişên dewleta Tirk berdewam e
11 gulan, 2022   14:23
KOBANÊ

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê duh konê çalakiyê li rojavayê kantona Kobanê li bajarokê Qenayê bi diruşma "Werin cenga azadiyê û xiyanetê têk bibin" vegirt. Ew çalakî bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî gerîla û tevkariya PDK’ê bi dagirkeriyê re, hate lidarxistin

/ar/uploads/files/2022/05/11/140504_hebun-mihemed.webp

Di çalakiyê de şêniyên navçeyên Çelebiyê, Sirîn, Şêran û Qenayê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl, bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger amade bûn.

/ar/uploads/files/2022/05/11/140531_naz-eli.webp

Di çalakiya îro de, endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Hebûn Mihemed axivî û wiha got: "Ew wek ciwanên şorşeger dê çalakiyên li dijî êrişa hovane ya dewleta Tirk a dagirker li dar bixin. Her wiha bang li ciwanan kir ku ji bo destekdayîna gerîla û parastina şoreşa Kurdistanê ji êrişên derve ve seferber bibin."

/ar/uploads/files/2022/05/11/140440_cinine-mihemed-eli.webp

Li aliyekî din jî endama rêveber a Meclisa Jinan a PYD’ê şaxê herêma Firatê Naz Elî got PKK’ê yekane hêza Kurd e ku berjewendî, vîna gelê Kurd û pêkhateyên bindest pêk tîne. PKK’ê bi rêya fedekariyên xwe yên li Şengal, Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê xwe îsbat kir.

/ar/uploads/files/2022/05/11/140558_2022-5-11-kob-kone-calakiyan-28129.webp

Endama rêveber a Kongra Star li navçeya Qenayê Cinîne Mihemed jî da zanîn ku destekdayîna gel ji berxwedana gerîla re li Kurdistan û cîhanê zêdetir dibe û tu hêz nikare vîna gel bisekinîne.

Di çalakiyê de îmzeyên ji bo derxistina navê PKK’ê ji "lîsteya terorê" hatin komkirin.

Tê payîn Kongra Star pêncşem û înê li navçeya Çelebiyê ya Kobanê çalakiyekê ji bo şermzarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û îxaneta PDK’ê li dar bixe.

(fr)

ANHA