Balafirên bê mirov ên Îranê Biradost û Balekayetî bombebaran kir

Balafirên bê mirov ên bi çek ên Îranê herêmên Biradost û Balekayetî bombebaran kir.

Balafirên bê mirov ên Îranê Biradost û Balekayetî bombebaran kir
11 gulan, 2022   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên bê mirov ên Îranê îro saet di 09:30’an de herêmên Biradost û Balekayetî yên îdareya Soran bombebaran kirin.

Li gorî aghaiyên bi dest ketine, li herêma Biradost, qadên Katîne, Şêlan, Berbizina, Binperêzan û Gorisaye yên ser bi bajaroka Sîdekan, herwiha li herêma Balekateyetî jî zozanaên gundê Dêke yê ser bi bajarokê Simîlan ê Çoman bombebaran kirin.

Têkildarî ziyanê ti agahî bi dest neketin.

Salane di vê demsalê de bombebarana Îranê ya li van herêman dubere dibe. Ziyan bi rez û baxçeyên welatiyên wan herêman dibe.