Pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Tebqayê bi dawî bû

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi boneya salvegera 5`emîn a rizgarkirina Tebqayê pîrozbahiyek li dar xist. Di pîrozbahiyê de axaftin hatin kirin û girupên çandê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hunera xwe pêşkêş kirin.

10 gulan, 2022   11:44
TEBQA

Hejmarke fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), şêx û rûspiyên herêmê, endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Partiya Sûriya Pêşerojê, endamên saziyên leşkerî û sivîl tev li pîrozbahiyê bûn.

Pîrozbahî li parka Bendava Firatê ya li bakurê bajarê Tebqayê hate lidarxistin. Di destpêka şahiyê de hevseroka Meclisa Rêveber a Tebqayê Hind El-Elî axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Hind El-Elî wiha axivî: “Bi saya fedakaiyên şehîdan Tebqa ji çeteyên DAIŞ`ê hat rizgarkirin. Îro rojeke dîorkî ye.”

Hin El-Elî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hikumeta Kazimî li dijî Şengalê û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û got armanca wan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a li wir e. 

Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Receb El-Muşrêf jî salvegera rizgarkirina Tebqayê li xelkê herêmê û bi taybet li gelê Tebqayê pîroz kir.

El-Muşrêf diyar kir ku hevgirtina gelên herêmê komployên li dijî herêmê vala derxist.

Her wiha endama rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê Neîme El-Eswed jî axivî û got: “Em bejna xwe li fedakariyên şehîdan ditewînin. Bi saya şehîdan, berxwedana şervanên YPG/YPJ û QSD`ê serkeftin pêk hat û axa me ji terora DAIŞ`ê xilas bû.”

Neîme daxuyand ku ew dev ji axa xwe bernadin û dê bi yekitiya xwe teror û dagirkeriyê têk bibin.

`EM Ê XETA RIZGARKIRINÊ BERDEWAM BIKIN`

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Emîre Mihemed jî salvegera 5`emîn a rizgarkirina Tebqayê li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û soza şopandina rêya şehîdan û parastina ewlehiya herêmê da.

Emîre Mihemed diyar kir ku her sal terorîst û ajande û çeteyên wan hewl didin tevna nîştimanî û hevgirtina civakî ya herêmê têk bibin, lê belê gelê herêmê bi têgihîştina xwe, bi hêza xwe ya leşkerî û ruhê kolektîv di 5 salên dawîn de îsbat kirin ku dê ev fitne bandore li îradeya wan neke.

Emîre wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em ê destkeftiyên şoreşa xwe û ewlehiya xelkê herêmê biparêzin.”

Piştî axaftinan, komên Duret El-Firat ya çandê û hunermend Sabrî Botan û hunermendê iraqî Mihemed El-Samirî, stran pêşkêş kirin.

 (şx)

ANHA