Gelê Tebqayê û herêmên din diherikin qada pîrozbahiyê

Şêniyên Tebqa û gundewarê wê û mêvanên ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi parka Bendava Firatê ya li bakurê bajêrê Tebqayê ve diherikin da ku tevlî pîrozbahiya salvegera 5`emîn a rizgarkirina Tebqa ji çeteyên DAIŞ`ê bibin.

Gelê Tebqayê û herêmên din diherikin qada pîrozbahiyê
10 gulan, 2022   09:38
TEBQA

Beriya 5 salan Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bajarê Tebqa û gundewarên wê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir.

Komîteya amadekar a pîrozbahiyê duh cihê lidarxistina pîrozbahiyê amade kiribû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê jî parastina cihê pîrozbahiyê dikin, di heman demê de şêniyên bajarê Tebqa û mêvanên ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe didin cihê pîrozbahiyê.

Pîrozbahî bi dirûşma "Bi Baweriya Bi Biratiya Gelan Û Çarenûsa Yek Em ê Dijmin Têk Bibin Û Herêmên Dagirkirî Rizgar Bikin" tê lidarxistin. Tê payîn ku pîrozbahî bi axaftina hevseroka Meclisa Rêveberiya Sivîl a Tebqa û gundewarê wê Hind El-Elî, dest pê bike.

(dx)

ANHA