Di topbarana gundê El-Muhsinlî de, welatiyek birîndar bû

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê El-Muhsinlî yê bakurê Minbicê topbaran kir, di encamê de welatiyek birîndar bû.

Di topbarana gundê El-Muhsinlî de, welatiyek birîndar bû
9 gulan, 2022   19:22
MINBIC

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên navîn û giran gundê El-Muhsinlî yê bakurê Minbicê topbaran kirin, di encamê welatiyek birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.

(fr)

ANHA