​​​​​​​Herêmên hikumeta Şamê rûbirûyî felca aborî ye

Hikumeta Şamê ji bo wesayîtên veguhestinê biryara da ku parên sotemeniyê kêm bike. Bi vê biryarê re aloziya veguhestinê kûrtir bû. Lêkolînerekî aboriya siyasî hişyarî da ku di demên pêş de aloziya aborî girantir bibe û li pêşberî felcbûnekê rû bi rû bimîne.

​​​​​​​Herêmên hikumeta Şamê rûbirûyî felca aborî ye
9 gulan, 2022   04:35
NAVENDA NÛÇEYAN-LÎLAV DÊWANÎ

Careke din aloziya sotemeniyê ya kevn û nû li herêmên hikumeta Şamê derket holê. Sedema vê yekê biryara hikumeta Şamê ye ku parên wesayîtên veguhastinê yên giştî û taybet ji sotemeniyê kêm bike. Li kêlek wê jî bandorên tevgera leşkerî ya Rûsya ya li Urkayna li petrola cîhanê hene ku Sûriyê jî para xwe ji encamên wê girt.

Şîrketa Sûrî ya Depokirin û Belavkirina Madeyên Petrolê ya girêdayî hikumeta Şamê di 5’ê Nîsanê de ragihand ku dema wergirtina benzînê bi rêya "Karta smartê" ji bo erebeyên giştî, taybet û motorsiklêtan guhert.

Şîrketê dema wergirtina benzînê dirêj kir, ji bo erebeyên taybet li şûna 7 rojan kir 10 roj, ji bo erebeyên giştî li şûna 6 rojan kir 4 roj, ji bo motorsiklêtan jî 10 roj diyar kir. Bi wê yekê re bi mehane 25 lître benzin kêm bû. Her lîtreyek bi hezar û 100 lîreyên sûrî ye, anku 25 lître dike 27 hezar û 500 lître benzîn.

Par hikumeta Şamê buhaya lîtreya benzînê ya buha li gorî "karta smartê" ji 450 lîreya sûrî kir hezar û 100 lîreyên sûrî. Lê benzîna ne buha sê caran guhert ku niha bi 3 hezar lîreya sûrî ye.

NERAZÎBÛN Û FELCA ABORÎ

Welatiyan, di serî de xwediyên wesayîtên giştî, ji ber vê biryarê ne razî ne û wesayîtên veguhastinê kêm tîn dîtin. Ew yek jî bandorê li rewşa jiyanê ya berê krêt e, dike.

Ji ber vê yekê li kolanên sereke qerbalexeke mezin heye ku li benda erebeyan in. Hinek motorsiklêtan ku li qada giştî ya veguhastinê disekinin bi kar anîn. Ji ber xwediyê motorsiklêtê kêmî kirêya ajokarê taksiyê distîne.

Têkildarî mijarê lêkolînerê aboriya siyasî Yehya Omer ji ajansa me re wiha got: "Pirsgirêka peydanebûna sotemeniyê li herêmên di bin kontrola rejîmê de mezin e. Careke din sotemenî qels û kêm dibe ku di rewşa xwezayî de zêdetirî ji sedî 50 pêdiviya saktora veguhastinê û saktorên din dabîn nake. Lê di vê demê de kêmtir bûye ku wê asta felca aborî û saktora veguhastinê zêde bike û bi awayekî neyekser bandorê li aboriya rejîmê dike, azarên sûriyan mezin dike. Di daxuyaniyên hin berpirsên rejîmê de asta krîza eşkere dibe. Di vê dawiyê de alîkarê wezîrê veguhastinê daxuyand ku erebeyên taybet ên welatiyên sûrî li ser welatiyan û hikumetê bar in û ji welatiyan re got dev ji erebeyan berdin."

‛BI BIRYARÊ RE SÛKA REŞ GEŞ DIBIN'

Omer da zanîn ku biryara kêmkirina parên sotemeniyê dê rewşa sûka reş geş bike, her wiha li ser çandiyê jî bar e û wiha domand: "Ji ber çandinî pişta xwe dide sotemeniya sûka reş ku sotemenî ji hêla hikumetê ve peyda nabe. Buhabûna li sûka reş tê wateya zêdebûna lêçûna çandiniyê, bi wê re jî buha bilind dibe û zexta li ser qûta welatiyan û geşekirina enflasyona li welat zêdetir dibe."

Di demekê de ku pêwîstiya welatiyan bi mazot û binzînê zêde dibe, keysbaziya bazirganên li sûka reş jî zêde. Ji ber vê jî bi awayekî otomatîkî buhaya lîtreyeke benzîn bû 6 hezar û 500, li Helebê 9 hezar derbas kir, her wiha buhaya lîtreya mazotê jî 4 hezar lîreyên sûrî derbas kir.

Têkildarî pirsa heger hikumeta Şamê petrol û gaz depo kiribe, Yehya Omer got: " Em miqdara sotemeniyê ya depokirî nizanin, ji ber ku hikumeta Şamê vedişêre, zelalbûn nîne û agahî kêm in.  Li gorî biryarên ku têne dayîn, bi teqez miqdar kêm e û tune dibe."

Omer îşaret pê kir ku li gel bilindbûna nirxê sotemeniyê ya cîhanî, cezeyên li ser hikumeta Şamê hatine birîn û kêmbûna dahatûyên parçeyên biyanî, alternatîf û vebijêrkên hikumetê sînordar in.

Dezgehên çapemeniyê yên herêmî li ser zimanê çavkaniyên şopîner ên li Şamê eşkere kir ku piştî kamyonên petrolê yên Rûsya kêm bûn, şertên Îranê yên dayîna petorlê bi  kaş (ne deyn) zêde bûn, hikumeta Şamê daxwaza petorlê ji dewletên Ereb mîna Îmarat, Iraq û Cezaîr kir.

Endamê Fermandariya Navendî ya Partiya Baasê Mihdî Dexlellah eşkere kir ku hikumet bertîlan dide da ku keştiyên petrolê bighêjin beravên Sûriyê.

Dexlellah bi hevpeyvînekê ligel radyoyeke herêmî ya li Şamê got, "Keştiyên petrolê yên ber bi Sûriyê ve tên, piştî dayîna bertîlan di Kenala Siwês re derbas dibin." Ji ber cezayên Qanûna Qeyserê li ser hikumeta Şamê qedexe ye keştî derbasî Sûriyê bibin.

BANDORÊN ŞERÊN LI CÎHANÊ

Çavdêran da zanîn ku aloziya sotemeniyê ya li Sûriyê bi kêmbûna dayîna petrola Rûsya ji Sûriyê re girêdayî ye, ku bi tevgera leşkerî ya Rûsya li Ukrayna bi bandor bûye.

Lêkolîner Omer wiha pê de çû: "Şerê Rûsya-Ukrayna bandorê li tevahî dewletên cîhanê dike. Ev yek jî bi awayekî neyekser bandorê li rejîma Sûriyê dike. Ji ber Rûsya sotemeniyê ji rejîmê re naşîne. Her wiha buhabûna sotemeniyê bandorê li kapasîteya rejîmê ya dahatûkirina petrolê ji derve dike. Li kêlek wê jî rojava zextê li rejîmê dike ku di pêşerojê de jî ew zextê li Rûsya bike."

‛RÊVEBERIYA HIKUMETA BI BIRYARÊN XWE YÊN BÊSERÛBER BI SER NAKEVE’

Sûriye, herêmên hikumeta Şamê bi taybet di rewşeke aborî ya krêt de ye. Destpêka par hikumetê biryarên ne li gorî rewşa jiyanê ya li herêmê dan. Ji wan, gelek caran buhaya sotemeniyê bilind kir, her wiha buhaya kehrebe, nan û derman jî zêde kir.

Lêkolînerê aboriya siyasî Yehya Omer wiha gotina xwe bi dawî kir: "Rêveberiya hikumetê ya rejîmê ji krîzên aborî re bi ser nakevin. Ji ber xwe naspêre metodekî eşkere. Her wiha berjewendiyên mîrên şer dijberî berjewendiyên sûriyan in, ew jî krîzê mezintir dike. Bi wê re diyar dibe ku rejîm nikare çi biryarên li ser mîrên şer ferz bike."

(fr)

ANHA