Şehîdê HRE'yê Fedekar bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin

Bi hezaran welatiyên herêma Efrînê cenazeyê şervanê HRE'yê Elî Beşîr (Fedekar) spart axê. Di heman demê de nasnameya Fedekar Heleb ê di qonaxa yekem a Berxwedana Serdemê de şehîd bibû hat eşkerekirin.

Şehîdê HRE'yê Fedekar bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin
Şehîdê HRE'yê Fedekar bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin
Şehîdê HRE'yê Fedekar bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin
Şehîdê HRE'yê Fedekar bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin
Şehîdê HRE'yê Fedekar bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin
Şehîdê HRE'yê Fedekar bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin
Şehîdê HRE'yê Fedekar bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin
7 gulan, 2022   15:15
ŞEHBA

Bi hezaran welatiyên herêma Efrînê cenazeya şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Elî Beşîr (Fedekar) ê di qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê de şehîd bibû, ji pêşiya nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê wergert û berî dan Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrizê.

Merasîma oxirkirinê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê nasnameya Fedekar Heleb ê di qonaxa yekem a berxwedana serdemê de şehîd bibû eşkere kir.

/ar/uploads/files/2022/05/07/141041_khdyjh-aybw.webp

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Xedîce Îbo axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest.

Xedîce Îbo got: "Êrişên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin, piştî ku par li Avaşîn bi binket, careke din di 17'ê Nîsanê de dest bi êrişeke din a dagirkeriyê kir. Armanca dewleta Tirk dagirkirina herêmên kurdan e."

Xedîce Îbo diyar kir ku bi saya fedekariya şehîdan û girêdana gel bi têkoşîn û berxwedanê ve, dê hemû komplo û planên qirkirina gelê Kurd û gerîla têk biçin.

/ar/uploads/files/2022/05/07/141116_ahmd-slamh.webp

Li aliyê din endamê Meclisa Kantona Efrînê Ehmed Selama hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir û got, PDK'ê agahiyên derbarê cihên gerîla de dide artêşa Tirk a dagirker.

Selama di dawiyê diyar kir ku ew ê weke welatiyên Efrînê li ser şopa şehîdan û fikrên rêber Ocalan bimeşin û rê nedin armancên dagirkeriya Tirk û hevkarên wê pêk werin.

/ar/uploads/files/2022/05/07/141057_rwha-nwh-kwsa.webp

Di dawiyê de endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a herêma Efrînê Ruha Nûh Kûsa nasnameya şehîdan  xwend û radestî malbatên wan kir.

Cenazeya şehîd Fedekar bi tilîliyên dayikan û berzkirina siloganên dilsoziya bi şehîdan re hat veşartin.

ANHA