Kongreya 3’yemîn a Partiya Sûriya Pêşerojê bi encamnameyê bi dawî bû

Kongreya 3'yemîn a Partiya Sûriya Pêşerojê bi encnameyekê bi dawî bû. Di kongreyê de banga naskirina Rêveberiya Xweser a Bakr û Rojhilatê Sûriyê, bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li Sûriyê re û cezakirina qatilên şehîd Hevrîn Xelef hate kirin.

Kongreya 3’yemîn a Partiya Sûriya Pêşerojê bi encamnameyê bi dawî bû
6 gulan, 2022   14:06
REQA

Kongreya 3’yemîn a Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê li dar ket. Bi sedan endamên Partiya Sûriya Pêşerojê yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Idlib û Humisê, şêx û rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd, endamên partiyên siyasî, nûnerên ji Rêveberiya Xweser û Meclisa Sivîl a Reqayê amade bûn.

Kongra bi encamnameyekê bi dawî bû.

Di encamnameyê de wiha hate gotin:

"Bi rihê yasmîn û kaniya dayînê şehîd Hevrîn, bi rihê her kesên ku ji bo şoreşa azadî û rûmetê canê xwe daye, kongreya 3’yemîn a Partiya Sûriya Pêşerojê bi diruşma "Sûriyeke demokratîk, pirrngî û nenavendî, rêveberiya me nasnameya me ye, hêzên me serbilindiyên me ne, partiya me hêviya me ye" li Reqayê hate lidarxistin. Tê de zêdetirî 800 delege, mêvan û nûnertiyên ji Rêveberiya Xweser, QSD, MSD, partiyên siyasî, malbatên şehîdan, TEV-DEM, ciwan, jin, kesayetên welatparêz û civakî beşdar bûn.

Partiya me digel rewşên dijwar û zehmet ku gelê me yê sûrî ji ber siyasetên rejîmê yên çewsîner tê re derbas dibe kongra xwe ya 3’yemîn li dar xist. Ji ber rejîm bêyî cudahî kiryaran li dijî welatiyên sûrî pêk tîne. Rejîm li hember krîza Sûriyê berpirsiyar e. Bi wan kiryar û siyasetan re Sûriyê bû qada şerê cîhanê, binesaziya aborî û civakî hilweşand. Her wiha şerê di navbera aliyên Sûriyê de ku ji zêdetirî 11 salan dewam dike, naveroka tevgera siyasî vala kir û parçebûn çêkir û hişt muxalefet bi ajandeyên herêmî û navneteweyî ve werin girêdan. Van hemû aloziyan krîza Sûriyê girêktir kir û deriyên çareseriyê xetimand.

Li beramber hemû tiştên bûne û ji ber çanda berxwedan, parastina rewa û fedekariya şehîdan, QSD’ê bi destekdayîna Koalîsyona Navneteweyî gel û herêm parast. Ev hêz bû bingeha têkbirina rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst û sekna li hember êrişên dagirkeriya Tirk û hemû komployên li dijî herêmê. Ev dihêle em li kêlek QSD’ê bisekinin û parastina destkeftiyên xwe bikin.

Ji dema damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve karûbarên civakê bi rê ve dibir, ji aliyê siyasî ve Meclisa Sûriya Demokratîk(MSD) xwedî nêrîneke siyasî û civakî bû û zemînek ji xebata partî û hêzên siyasî re danî. Di encamê de partiya me hate damezrandin. Partiya me li gorî berjewendiyên sûriyan bi hemû etnîkên wê tevgerî û li gorî nêrîna çareserkirina Sûriyê û biryarên rewa yên navneteweyî xebat kir ku dagirkeriyê ji Sûriyê derkeve, di Sûriyê aştî û edalet pêk were.

Ji kongraya demezrandinê û heta roja îro ve partiya me veguherî hêzeke siyasî ya xwedî hîma girseyî ya gel û rewşên siyasî di qonaxên pêş de texmîn dikir. Rewşa rêxistinî ya xebata partiyê di dema dawî de bi balkişandina li ser rola rêxistinê di veguhertinên partiyetê de û bilindkirina wê ji bo gihandina beşên curbecur ên civakê, berfirehkirina bingeha girseyî, belavkirina fikir û prensîbên wê, dewlemendkirina kesayetiya partiyê ji aliyên fikirî, siyasî û çandî ve hate nirxandin. Her wiha bal li ser rola jin û ciwanan hate kişandin ku parçeyeke siyasî, zindî û aktîf di civakê de ne.

Beşdarên kongreyê li ser van xalan li hev kirin:

-Ji bo rawestandina şer, pêkanîna aştiya mayînde li Sûriyê, serbestberdana girtiyan û eşkerekirina çarenûsa kesên winda û vegera koçber û penaberan xebat were kirin.

-Dosya şehîd Hevrîn Xelef ji dadgehên navneteweyî yên taybet re were rakirin û gilî li dadgeha cinayetê ya navneteweyî li dijî kesên destên wan di vî sûcî de heye were kirin ku ew sûcekî şer e.

-Divê hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çavdêriya NY’yê di çarçoveya biryara navneteweyî ya 2254’an beşdarî xebata siyasî bibin.

-Şêweyê rêveberiya heyî bibe şêweya sûriyeke demokratîk ya pirrengî ya xwedî sîstema parlamentoya nenavendî.

-Tevahî dagirkeriyên li Sûriyê bi taybet dagirkeriya Tirkiyê bi rêya NY’yê û aliyên navneteweyî yên xwedî têkildarî werin bidawîkirin û siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyê û herêmê werin teşhîrkirin.

-Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wek projeya demokrasî ya çareserkirina krîza Sûriyê were naskirin.

Di dawiya kongrayê de Meclisa Giştî ya Partiyê ku 127 endaman pêk tê, serokê partiyê Ebid Hamid El-Mihbaş û serkretera giştî ya partiya Sîham Dawûd hatin hilbijartin."

(fr)

ANHA