​​​​​​​Dîmenê drona PDK’ê ya hatî xistin  hate weşandin

Gerîla Tv dîmenê drona PDK’ê ya ku berbi nuqteyên gerîla ve diçû û ji aliyê gerîla ve hatî xistin weşand.

​​​​​​​Dîmenê drona PDK’ê ya hatî xistin  hate weşandin
6 gulan, 2022   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê li ser mijarê ev agahî parve kirîbûn:

“4’ê Gulanê di saet 17:30’an de dronek ji baregeha PDK’ê ya girêdayî nahiya Bakirman a navçeya Akrê hate rakirin û ber bi nuqteyên gerîla yên li herêma Garê ve hate şandin.

Ev drona ku ji bo keşfê ya leşkerî hatibû şandin, ji aliyê hêzên me ve hate xistin. 5’ê Gulanê saet 04:00’an de cihê ku ev dron lê ketiye ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve 2 caran hate bombekirin û hate xwestin ku balafira keşfê bi temamî bê îmhakirin.”