Kongreya 3`yemîn a Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê dest pê kir

Kongreya Giştî ya 3`yemîn a Partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşma “Sûriyeke demokratîk, pirrngî û nenavendî, rêveberiya me nasnameya me ye, hêzên me serbilindiyên me ne, partiya me hêviya me ye” dest pê kir.

Kongreya 3`yemîn a Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê dest pê kir
6 gulan, 2022   10:08
REQA

Kongre li hola Tac a li başûrê bajarê Reqayê tê lidarxistin û bi sedan endamên Partiya Sûriya Pêşerojê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sivîl a Reqayê, partiyên siyasî û yên serbixwe, rûspî û şêxên eşîrên Ereb û Kurdan, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Hums û Idlibê, dayika şehîd Hevrîn Xelef û malbatên şehîdên Partiya Sûriya Pêşerojê, beşdarê bûne.

Di destpêka kongreyê de cîgirê serokê Nivîsgeha Perwerdeyê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Îyad El-Xetîb bixêrhatina beşdaran kir û got: "Em îro dicivin û kongreya xwe ya 3`yemîn li dar dixin. Em hêvîdar in ku kongre bi encameyekê bi dawî bibe ku bikevin xizmeta tevahî gelê Sûriyê û hêviyên wê pêk bînin.”

Kongre bi xwendina perspektîfên siyasî û rêxistinî yên Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ji aliyê sekertera giştî ya partiyê Sîham Dawûd de ve, berdewam dike.

 (dx)

ANHA