Li Sinûnê û Dugurê şerekî dijwar diqewime

Artêşa Iraqê ya ku dest bi pêngava dagirkirina Şengalê kiriye hewl dide hêzên xwe derbasî Sinûnê û Dugurê bike. Li her du herêman şerekî giran diqewime.

Li Sinûnê û Dugurê şerekî dijwar diqewime
2 gulan, 2022   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji danê siharê ve artêşa hikumeta Kazimî bi tank, top û çekên giran ji bo dagirkirina Şengalê dest bi êrişek berfireh kiriye. Artêşa Kazimî bi taybet dixwaze ji milê Sinunê û Dugurê ve hejmarek mezin a leşkeran, wesayîtên zirxî, bi tank û topan ve derbas bike.

Şerê li Dugurê ku bi êrişa artêşê re destpê kir, her ku diçe dijwartir dibe. Cara yekem artêşa Iraqê di şerê Şengalê de tank û top bikaranî. Herwiha dibistana Dugurê jî da ber topan.

Li hemberî êrîşên artêşê, berxwedana hêzên parastina Şengalê jî berdewam dike. Li gor agahiyên dawî niha şer bi dijwarî berdewam dike û artêşa Iraqê hemû cûreyên çekên giran bikartîne.

Yek ji noqteyên ku êrîşên artêşa Iraqê û berxwedana Asayîşa Êzîdxanê, YBŞ-YJŞ’ê bilind bûye jî nahiya Sinûnê ye. Li vê derê jî artêşa Iraqê ji saetên sibehê ve dixwaze hêzeke mezin ji Tirbika derbasî navenda Sinûnê bike. Li vê derê jî hêzên parastina Şengalê bersiveke xurt didin êrîşan.

Li Dugurê û Sinûnê artêşa Iraqê ji bo berxwedana Asayîşa Êzîdxanê, YBŞ,YJŞ’ê bişkîne hemû çekên giran bikartîne. Şer di van kêliyan de li Dugur û Sinunê her ku diçe dijwar dibe.