Foza Yûsif banga seferberiyê ji bo Şengalê kir

Foza Yûsif, li dijî êrişên li ser Şengalê anî ziman ku çawa Şengal ji DAIŞ`ê parastin wê dîsa bi her awayî piştgiriya Şengalê bikin û got: “Ev êriş ne tenê li ser Şengalê, di heman demê de li ser Rojava ye jî. Divê gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê xwedî li Şengalê derkeve.”

Foza Yûsif banga seferberiyê ji bo Şengalê kir
2 gulan, 2022   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Artêşa Iraqê ji şeva din ve de bi tank, top û çekên giran, ji bo dagirkirina Şengalê dest bi êrişek berfireh kiriye. Bi êrişan ve girêdayî arteşa Iraqê dîsa sewqiyatên leşkerî li Şengalê pêk aniye. Li dijî êrişan şervanên parastina Şengalê, YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ji bo parastina xelkê êzidî û Şengalê, di çarçoveya xweparastinê de bersivê didin.

Derbarê êrişên arteşa Iraqê li ser Şengalê de, endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif ji ajansa me re nirxandin kir.

'ŞENGAL ÎRO BI XETERIYEK MEZIN RE RÛ BI RÛ YE'

Foza Yûsif da zanîn ku ev êriş di encama planeke di navbera dewleta Tirk, hikumeta Kazimî û PDK`ê de çêbû ye û got: “Armanca vê êrişê ew e ku gelê me yê Şengalê carek din bi fermanan re rû bir û bihêlin. Bi van êrişan re dixwazin encam bigrin. Ji bo wê jî ev stratejiya dewleta Tirk a ku kurd û ereban beramberî hev bidin şerkirin îro li Şengalê pêk tê. Ev planeke gelekî xeter e. Li dijî vê plana qirêj di serî de divê partî, siyasetmedarên Iraqê derkevin û vê komployê vala derbixin. Ger ev komplo vala dernekeve wê encamên gelek xirab ji bo Iraqê jî bîne.”

'DIVÊ GELÊ IRAQÊ LI DIJÎ KAZIMÎ Û PDK`Ê DERBIKEVIN'

“Ji bo gelê Kurd jî wê encamên gelek giran bîne” bi van gotinan Foza Yûsif, bal kişand ser metirsiya êrişên li ser Şengalê û bang li gelê Iraqê kir: “Gelê Iraqê yên ku li dijî van polîtîlayên nîjadperest, olpererst derdikevin divê li djî plana qirêj yên dewleta Tirk û hevkarên wê wekî Kazimî û PDK`ê jî derkevin. Li hemberî van polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê helwest bidin nîşandan. Wekî gelê Kurd yê li her çar perçeyên Kurdistanê divê li Şengalê xwedî derbikevin. Şengal îro di xeteriyek mezin de derbas dibe. Divê em li nirx, gel û nasnameya Şengalê xwedî derkevin.”

'BI RIHÊ SEFERBERIYÊ LI ŞENGALÊ EM Ê XWEDÎ DERKEVIN'

Foza Yûsif, diyar kir ku wan çawa Şengal ji DAIŞ`ê parastin, wê dîsa bi heman erkên xwe rabin û wiha pê de çû: “Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê jî divê li Şengalê xwedî derkevin. Çawa me li hemberî DAIŞ`ê erkên xwe bi cih anî û gelê Şengalê ji qirkirinê xilas kir, îro jî heman erk dikeve ser milê me. Banga me ji bo Rojavayê Kurdistanê ku bi her awayî Şengalê xwedî derkeve û Şengal bi tenê nehêlin. Îro roja hebûn û tinebûnê ye. Ger îro em nasname, nirx, koka xwe xwedî dernekevin ne dîrok ne jî mirovatî me efû bike. Bi vê berpirsyartiyê, bi rihê seferberiyê li banga Meclîsa Şengalê û gelê Şengalê xwedî derbikevin û bi erkên xwe yê netewî rabin. Ji bo wê jî aliyê madî û manewî çi pêwîst be wekî Rojavayê Kurdistanê em ê piştgiriya Şengalê bikin.”

'EV ÊRIŞ LI SER ROJAVA YÊ JÎ'

Foza Yûsif destnîşan kir ku ev êriş ne tenê li ser Şengalê ye, di heman demê de li ser Rojavayê Kurdistanê ye jî û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Destpêkê dixwazin Rêveberiya Xweser li Şengalê bifetisînin û piştre dixwazin Rojavayê Kurdistanê jî bifetirsînin. Ji bo wê divê em ji vê plana qirêj hayadar bin. Li dijî wê divê em bi her awayê têbikoşin, li ber xwe bidin û vê plana xeter vala derbixin.”

'EM BI TU AWAYÎ QEBÛL NAKIN KU SIYASETA QIRKIRINÊ BI SRE KEVE'

Foza Yûsif diyar kir ku wê li dijî van êrişan bi her awayî bi berpirsyariyên xwe rabin û ev tişt lê zêde kir: “Bila gelê me yê Şengalê bizanibe ku ew ne bi tenê ye, hemû ciwanên Kurd, jinên Kurd, şervanên Kurd li pişta wan in. Bi vê bîr û baweriyê divê berxwedaniya xwe xûrt bikin baweriya xûrt bikin. Bi her awayî emê berpisyartiya xwe xwedî derkevin ku Şengal wê Şengala Kurd û êzidiyan bimîne û bi tu awayî em qebûl nakin ku siyaseta qirkirinê bi ser keve.”

'EM BI HEV RE VÊ PLANÊ VALA DERBIXIN'

Foza Yûsif, li dijî van êrişên li ser Şengalê de ji erkên gelê Rojavayê Kurdistanê re got: “Banga me ji bo hemû partiyên Rojavayê Kurdistanê yê jî ku helwestên hevbeş bidin nişandan kul i dijî van polîtîkayan bisekinin. Ji ber ku êriş li ser nasnameya Kurdan e. Em bi hev re vê planê vala derbixin. Bi çalakî, helwest divê herkes sekna xwe bide nîşandan. Ger em îro sekna xwe bi gele Şengalê re nedin nîşandan wê demê diyar be ku li hemberî erkên xwe yê netewî bi berpisyartî em ranabin. Ev êrişên dagirkeriyê yên li hember Iraq û Sûriyê, yên li dijî gelan, yên li dijî Kurd û Ereban pêş dikevin divê em wekî gelê Ereb û Kurd yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî van planên qirêj bisekinin.”

ANHA