Artêşa Tirk kantona Şehba, Şêrawa û Şera topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker derengiya şevê gundên kantona Şehbayê û navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrîna dagirkirî topbaran kirin.

Artêşa Tirk kantona Şehba, Şêrawa û Şera topbaran kirin
1 gulan, 2022   06:33
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi şev bi topan êrişî navenda navçeya Til Rifet û gundê Eyn Deqnê yên kantona Şehbayê kir.

Hemwextî vê jî gundên Soxanekê, Qentere, Meyase, Bûrcqas ên navçeya Şêrawa, gundên Şewarxe, Merenaz û Malikiyê yên navçeya Şêra ya kantona Efrînê kirin hedef.

Artêşa Tirk a dagirker bi zêdetirî 200 topan deverên navborî kirin armanc. Agahiyên der barê ziyanan de nehatin zanîn.

(eh)

ANHA