‘Vîna azadîxwaz serkeftinê misoger dike’

Dayikên gerîlayên HPG û YJA Starê têkildarî êriş û planên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê yên li dijî Başûrê Kurdistanê, dan xuyakirin ku ew ê heta dawiyê piştgiriya gerîla bikin û got “Çawa dagirker beriya niha têk çû, ew ê bi berxwedana gerîlayên me, li çiyayên azad welatê me bê parastin.”

‘Vîna azadîxwaz serkeftinê misoger dike’
29 nîsan, 2022   23:41
QAMIŞLO

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Ev êriş ji aliyê parêzvanên çiyayên azad ên Kurdistanê gerîlayên HPG û YJA Starê ve tên têkbirin.

Dayikên gerîlayên HPG û YJA Starê, xwişka şehîdekî gerîla yên li Rojavayê Kurdistanê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK’ê de nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Dayika gerîlaya YJA Starê Serhildan Canê Leyla Keleş got: “Em ji PDK re dibêjin `hûn li ser hesabê xwîna zarokên me hevpeymanan bi dijmin re çêdikin; li şûna wê divê hûn jî li hember dagirkerî û qirkirina li ser xaka me derkevin. Heke îro dijmin li pêş me derdikeve, sibe ew ê li hember te jî bisekine. Êdî şerm bike û ji rêya xiyanetê vegere`.”

Leyla Keleş bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî şervan û jinan û got: “Şoreşa me bi jinan ava bûye, ger jin azad bibin dê civaka me tev azad bibe. Îro dijmin dibêje divê jin azad nebe, ji bo wê jî bi armanca tunekirina destkeftiyên me êrişên dijwar pêk tîne.”

Leyla Keleş da xuyakirin ku ew ê bi tekoşîn û berxwedana zarokên wan bi ser bikevin û wiha dom kir: “Çawa keç û xortên me li çiyayên azad berevaniyê dikin û berxwedaneke bêhempa dimeşînin; divê em jî her kêlî biherikin qadên tekoşînê.”

Xwişka şehîdê HPG’ê yê bi navê Luqman Amed, Hilwa Silêman bal kişand ser bûyerên ku di sala 1992`yan de li Başûrê Kurdistanê rû dan û got: “Ji demên berê de PDK hevkariyê bi dewleta Tirk re dike, di dîrokê de hatiye nivîsandin ku ji ber xiyaneta PDK`ê şervana azadiyê Bêrîtan da ku nekeve destê hêzên PDK`ê xwe ji zinaran avêt xwarê.”

Hilwa Silêman da xuyakirin ku gelê Kurd bi giştî piştgiriya gerîlayên HPG û YJA Starê dikin û got: “Em ê heta dawî li hemberî van planan têkoşînê bikin.”

Hilwa Silêman got: “Jin bi rihê xwe yê fedayî li çiyayê azad welatê me diparêzin, serê me bi wan bilind e, çawa dagirker li Avaşînê têk çûn, dê vê carê bi berxwedana keç û xortên me têk biçin.”

`PKK WEKHEVIYÊ DIXWAZE Û DÊ BI SER BIKEVE`

Dayîka gerîlayê HPG’ê Rustem Ozgur, Meryem Omer jî diyar kir ku PKK ji bo tevahî gelên azadîxwaz ku li hember dagirkeriyê tê dikoşin û divê dayîkên Kurd rabin ser pêyan, li hember planên dagirkeran rawestin û got: “Bila PDK`ê hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bisekinîne û dev ji xiyanetê berde, ji ber ku êrişên dagirkeran ew ê xetereyê li ser hemû Kurdistanê bînin.”

Meryem Omer hewldanên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yên ji bo têkbirina PKK`ê bi bîr xistin û got: “Hêza herî mezin û xurt PKK ye, tu caran têk naçe û dê serkeftin bibe ya wê. Hêzên desthilatdar û faşîst ji xwe re dibêjin dê PKK xilas bibe û biqede; heta yek ji me hebe dê gelê Kurd xilas nebe û çiyayên me bê gerîla namînin. Ji ber ku PKK wekheviyê dixwaze, ji bo wê jî yê wekheviyê bixwaze her dem bi ser dikeve û vîna azadîxwaz serkeftinê mîsoger dike.”

ANHA