Bi wêrekî pifek jî besî hilweşandinê ye -ŞUKRU GEDÎK

Bi wêrekî pifek jî besî hilweşandinê ye -ŞUKRU GEDÎK
30 nîsan, 2022   00:46

Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê di pêvajoya xwe ya herî xirab de ye. Di demên dawîn ên desthilata xwe ya demdirêj de ye. Serokên partîyên opozîsyonê hinekî tûjtir diaxivin. Tengezariya li dijî rejîma yekzilamî (her çend ne di asta tê xwestin de be jî) zêde dibe, bertek zêde û dijwartir dibin. Girse bêdengiya xwe dişikînin û ji bo desthilatê dibin metirsî.

Her çi qas bêdengiya civakî bê şikandin jî, hê jî têra xwe nîn e. Divê dengekî ew çend bilind hebe ku partiyên desthilatdar bitirsin! "Faşîzm herî zêde ji deng ditirse.” Mirovekî bi tenê di cih de û di dema xwe de dengekî muxalîf derxe jî, ji bo hilweşandina desthilatê bes e. Mîna ku hatibû serê serokê berê yê Romanyayê Nîkolay Çavûşeskû. Bi qirkirin û xiyanetê hwd hat sûcdarkirin û hat gulebarankirin.  Ev sûc ji aliyê Erdogan ve jî têra xwe hatine kirin.

Çavûşeskû xwest cara dawî xîtabî gel bike da ku hêza wî ya hesas li ser pêyan bimîne. Bang li gel kir ku li qada Bukreşê kom bibe. Qad tijî bû. Ferman da ku kesên nekarin werin Bukreşê di TV'yan de tguhdariya wî bikin. Di destpêkê de her tişt baş bû. Axaftina wî bi çepikan dihat qutkirin û bi baweriyeke mezin axaftina xwe dewam dikir, lê ji qadê dengên nerazîbûnê hatin û çepik veguherîn keviran. Çavûşeskû heta nikarî stargehê jî bibîne. Û tu kesek tune bû ku alîkariya wî bike. Encam jî trajîk bû. Gulebarankirina bi zindî hate weşandin. Yek ji leşkerên ku gule berdan wî, tê gotin ku ji peyayên wî yên herî nêz e.

Dîktator Erdogan jî di rewşeke bi heman rengî de ye. Tu sedem tune ye ku ew nekare bê hilweşandin. Bi wêrekî pifek jî dê bikare wî hilweşîne. Dema ku şoreşgeriya nifşê 68’an, ruhê berxwedanê yê Geziyê, eşqa azadiyê ya tevgera azadiyê ya Kurd, biryardariya têkoşînê û vîna ku ew temsîl dike bibin yek, tu dîktatorek nikare xwe ragire.

Êrişa dîktatorê faşîst Erdogan a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê wê bibe tangoya wî ya dawîn. Heke vê ji bo xwe wek xelasiyê dibîne, ev şaşiyeke mezin e. Bi hevkariya Barzaniyan ji Başûrê Kurdistanê gaz û petrole raguhêze û kaosa heyî ji xwe re bike derfet da ku êrişî PKK’ê bike; ji bo veşartina niyetên wê yên din têrê nake. Îran, Iraq û hêzên din nikarin polîtîkayên Tirkiyê yên durû, bêbext, bêbawerî paşguh bikin. Êdî serdema siyaseta li ser xwîna gelê Kurd bi dawî bûye. Kurd şerê xwe yê dawîn dikin. Polîtîkayên dagirkeriyê dê li newalên kûr ên Zap û Avaşînê, li Herêmên Parastina Medyayê bên çalkirin.  Berxwedana dîrokî ya PKK'ê dê careke din îspat bibe.

Kurd muxalefeta herî bingehîn û birêxistinbûyî ya li dijî desthilata faşîst in. Di dema bêdengî, bêhêvîtî, reşbînî û tirsê de û gel dîl tê girtin, tevgera azadiyê ji bo civakê her tim bûye çavkaniya berxwedanê. Ne tenê ev, di heman demê de bûye diyarkirina qedera siyasî ya Tirkiyê. Teqez e ku muxalefeta ku bi têkoşîna pasîf kar ji hilbijartinê re hiştiye, bêyî Kurdan hilbijartinan qezenc nake. Siyaset cidiyetê dixwaze. Bêyî Kurdan nikarin ji Erdogan rizgar bibin. Tevî ku ev rastî tê zanîn, dayina sozên vala, dê pê bide windakirin. Madem bêyî Kurdan hilbijartin nayê qezenckirin, dê neçar bimînin bi rastiya Kurdan re rû bi rû bimînin.

Kurd dê di binketina Erdogan de diyarker bin. Her çend hinek serketfinên derewîn îlan bikin jî, heqîqet cuda ye. Dîroka ku em tê de dijîn şahidê vê yekê ye. Berxwedana Zap û Avaşînê mînaka herî şênber a vê dîrokê ye. Şerekî di nava şert û mercên bêeman de tê kirin. Li dijî teknîka şer a modern, bomberdûmanên giran ên hewayî û bejahî, ruhê serhildêr ê gerîla, îrade, hêza manewî, exlaqî serdest e. Heke li çiya dîrok bi rêbazên herî tirsnak ên mêtingeriyê, li dijî hevkariya xayîn, bi berxwedana gerîla tê kirin, ev berxwedan ji her kesî re îlhamek e.

Meha Adarê ji aliyê protestoyên girseyî ve gelekî balkêş bû û helwesteke biryardar hat nişandan. Newroz bi vî ruhî hate pêşwazîkirin. Gulan dê bibe rovanşa vê. Berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê hemû gelê Kurdistanê seferber kiriye. Li Bakur dayik ber bi sînor ve dimeşin, protesto li Başûr zêde dibin û girseya Ewropayê li ser pêyan e. Ev  berxwedan hemû gelekî hêja ne. Divê werin geşkirin. Ciwanên şoreşger roleke mezin dilîzin. Bi çalakiyên hevpar dikarin rêbazên xurttir bi pêş bixin û dijmin bê moral bikin. Heke têkoşîna hevpar a gerîla û gel bêhtir bibe yek, dê roja me ya azadiyê hilbê û wek gel em ê cejneke neteweyî bikin. Ew roja ku dê împaratoriya zilmê biqede, ji her demê bêhtir nêz e.   Em çavê xwe li Newrozeke nû vedikin.