Li Stenbolê teqîneke mezin çêbû

Li Qada Pişesaziya Organîze ya Tûzlayê ya Stenbolê  teqîneke mezin çêbû. Agirê ku piştî teqînê bi pênc kargehên din jî ket, 3 karkeran canê xwe ji dest da.

Li Stenbolê teqîneke mezin çêbû
29 nîsan, 2022   16:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Di kargeheke li Sîteya Pîşesaziyê ya Vernîkvanên Boyaxê ya Qada Pîşesaziya Organîze ya navçeya Tûzla ya Stenbolê piştî ku agir girt, teqîn çêbû. Di encama teqîna mezin ya di kargehê de çêbû 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.

Di derbarê teqînê de lêpirsîna edlî û îdarî hat destpêkirin.