Bi şerê Rûsya-Ukraynayê re budçeyên çekan zêde bûn

Piştî liv û tevgera leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê, kirîna çekan zêde bû. Di serî de sewletên Ewropayê û Çîn lêçûnên leşkerî zêde kirin.

Bi şerê Rûsya-Ukraynayê re budçeyên çekan zêde bûn
29 nîsan, 2022   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Di meha Sibatê de bi destpêkirina şerê Rûsya-Ukraynayê re dewletan dest bi kirîna çekan kir. Serokwezîrê Almanyayê Olaf Schulz 3 roj piştî destpêkirina krîza Ukraynayê ji bo modernîzekirina artêşê 100 milyar euro amade kir.

Welatên wekî Polonya, Belçîka, Swêd û Danîmarka jî ji bo artêşan fon amade kirin û tê payîn ku DYA ku di warê mesrefên leşkerî de gelekî pêş e, lêçûnên xwe zêde bike.

Serokê DYA’yê Joe Biden di dawiya meha Adarê de ji Kongreyê xwest ku di sala 2023’yan de 813 milyar dolar bide karên parastinê. Li gorî sala berê 31 milyar dolar li vê lêçûnê zêde kirine.

Li gorî Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) di navbera salên 2011 û 2020’an de lêçûnên leşkerî ji sedî 9,3 zêde bûne.

ÇEKÊN NÛ

Lêçûnên leşkerî li Asya û Okyanûsyayê jî zêde bûn. Çînê di navbera salên 2011 û 2020’an de budçeya xwe ya leşkerî ji sedî 76 zêde kir. Çîn bûye welatê ku herî zêde keştiyên şer çêdike û di warê fuzeyên hîpersonîk de jî derket pêş.

Welatên wekî DYA, Hindistan, Japonya û Fransa jî ji bo geşbûna leşkerî bername çêkirin. Di salên dawîn de dewletan berê xwe da dronên xweser ên ji bo şer. Di heman demê de li ser hişê çêkirî yê ji bo leşkerî jî disekinin.