Ji bo çûyîna Îmraliyê parêzer û malbatan serlêdan kir

Malbat û wasiyê rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina cejnê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji bo çûyîna Îmraliyê parêzer û malbatan serlêdan kir
29 nîsan, 2022   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç û ji bo girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Malbatan jî bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.