​​​​​​​'Hikumeta Şamê bi dorpêçkirina Şehbayê bandorê li aboriya Sûriyê dike'

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Kantona Şehbayê Îmad Dawûd anî ziman ku dorpêça ku hikumeta Şamê li ser Kantona Şehba ferz kiriye, zirareke mezin digihîne aboriya Sûriyê.

​​​​​​​'Hikumeta Şamê bi dorpêçkirina Şehbayê bandorê li aboriya Sûriyê dike'
​​​​​​​'Hikumeta Şamê bi dorpêçkirina Şehbayê bandorê li aboriya Sûriyê dike'
​​​​​​​'Hikumeta Şamê bi dorpêçkirina Şehbayê bandorê li aboriya Sûriyê dike'
​​​​​​​'Hikumeta Şamê bi dorpêçkirina Şehbayê bandorê li aboriya Sûriyê dike'
​​​​​​​'Hikumeta Şamê bi dorpêçkirina Şehbayê bandorê li aboriya Sûriyê dike'
28 nîsan, 2022   23:38
ŞEHBA- CÛDÎ SÎPAN

Ji ber siyaseta hikumta Şamê ya li hember koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê û ferzkirina dorpêça li ser kantonê, azarên cotkaran roj bi roj girantir dibe

Dorpêça ku hikumeta Şamê li ser Şehbayê ferz kiriye bû sedem ku zeviyên çandiniyê kêm bibin. Cotkarê ku berê 10 hektar genim diçandin, niha nikare hektarekê jî biçûne, ji ber nebûna mazotê û pêdiviyên çandiniyê yên mîna semad, tov û derman û eger werin dîtin jî bi buhayên giran têne firotin, nirxê bermîleke mazotê giha milyonek lîreyên sûrî.

Ev yek bû sedem ku hejmarek mezin ji cotkaran neçar man ku rêbazên berê yên çandiniyê bikar bînin, da ku zeviyên xwe cot bikin û biçînin. Her wiha enerjiya rojê bi kar tînin ku pê zeviyên xwe biçînin.

Têkildarî bandorên dorpêçê li ser qada çandinyê, hevserokê Desteya Aborî û Çandinî ya Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Îmad Dawûd re ji ANHA'yê re axivî.

Îmad Dawûd di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku kantona Şehba du caran hatiye dorçêkirin , carekê ji ber mercên aborî yên cîhanî û qanûna Qeyser ku li ser Sûriyê hatiye ferzkirin û careke din jî ji ber dorpêçkirina ji aliyê Firqeya Çaran a hikumeta Şamê ve ye ku rê li ber ketina madeyên xwarin, derman û sotemeniyê digire.

Îmad Dawûd her wiha destnîşan kir ku herî zêde cotkar ji ber dorpêçê ziraran dibîne, ji ber buhayê bermîlek mazot bi qasî 900 hezar lîreyê sûrî ye.

Dawûd wiha li axaftina xwe zêde kir: " Nebûna semad û madeyên çandiniyê, ji ber baçeyên ku li ser madeyên ku derbasî kantonê dibin têne ferzkirin, bandoreke neyinî li buhayê van madeyan dike, di hevrûkirina di navbera buhayê li kantonê û li Helebê de, ev jî di encama van siyasetan de ye."

' DORPÊÇ ALAVA TENGAVKIRINA GEL E '

Dawûd da zanîn ku pêwîstiya aloziya Sûriyê bi çareseriyeke siyasî ne ya leşkerî heye û wiha dom da axaftina xwe: "Siyaseta dorpêç û zexta li ser gel ji aliyê hikumetê ve, ji bo şikandina îradeya gel e. Hebûna bi hezaran şêniyên kantona Efrînê li Şehbayê, stratejiyeke ji bo rizgarkirina Efrîn ji dewleta Tirk û çeteyên wê ye. Divê hikumeta Şamê piştgiriya vê berxwedanê bikin, lê berovajî vê yekê dike."

Îmad Dawûd her wiha balkişand ser wê yekê ku dorpêç rê nade ku berhemên kantonê di bazarên bajarê Helebê de bikevin pêşbaziyê û got: "Ev siyaseta ku ji aliyê hikumetê ve tê meşandin dê bibe sedema parçebûna Sûriyê. Divê hikumeta Şamê rê bide tevgera bazirganiyê li deriyên di navbera herêmên wê yên kontrolê û herêmên Rêveberiya Xweser de û fişaran li ser wan rake."

'DORPÊÇ XIZMETA BERJEWANDIYÊN DEWLETA TIRK DIKE '

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Efrînê  Îmad Dawûd da zanîn ku ku siyaseta hikumeta Şamê, di serî de xizmeta berjewandiyên dewleta Tirk a dagirker dike. Her wiha destnîşan kir ku ev siyaset ji bo lawazkirina berxwedanê û girêdana gel bi axa xwe ve têne meşandin û got: "Dewleta Tirk her tim gefê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û dixwaza Mîsaqa Millî pêk bîne û hemû herêman dagir bike, her wiha hewl dide rewşa navneteweyî û herêmî îstîsmar bike."

Dawûd bang li hikumeta Şamê kir ku ji çareseriya ewlekarî dûr bikevin û diyalogê ji bo çareserkirina krîza li welat û çareseriyeke siyasî ku li gorî berjewendiyên gel be esas bigirin û bicihanîna demokrasiyê û parastina yekitiya axa Sûriyê.

Îmad Dawûd di dewama axaftina xwe de diyar kir ku dema ku dorpêç li ser herêmeke çandiniyê tê ferzkirin ku madeyên ku dikarin bi diravên biyanî aboriya Sûriyê geş bikin û ev tişt diyar kir: " Îro miqdara kartol, pîvaz, genim û ceh ku ji herêmê derdikevin, aboriya Sûriyê geş bike û dema ku hikumet vê dorpêçê li ser herêmê ferz dike û rê li ber ketina sotemenî û semadê digire, îmkanên cotkaran di çandiniyê de lawaz dike û tenê bi barîna baranê ve girêdayî dike."                  

' HIKUMETA ŞAMÊ ZIRARÊ DIDE ABORIYA NIŞTIMANÎ '

Dawûd da zanîn ku siyaseta hikumeta Şamê, zirarê digihîne xwe, gel û aboriya Sûriyê û ev yek xizmeta welatên dagirker dike, ev welat hewl didin herêmên zêdetir dagir bikin û şêniyên wê koçber bikin.

Di heman çarçoveyê de, hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Efrînê Îmad Dawûd bal kişand ser hewldanên wan ên ji bo kêmkirina barê cotkaran û got: "Em hewl didin rêgeza aboriya civakî bicih bikin, rêvebiriya xweser di çandiniyê de hevkariya gel dike, bi xwetêrkininê, sotemeniyê bi buhayên bilind dikire û bi buhayên erzan difiroşe gel, semad û derman peyda dike. Em hewl didin barê gel sivik bikin, ev derfetên me ne."

Îmad Dawûd wiha dawî li axaftina xwe anî: "Eger ne ji dorpêçê bûya, dê rola Şehbayê di aboriya Sûriyê de mezintir bûya, bandora herêmê li bazarên Helebê dê zêdetir bûya û gel dê bikaribin derfetên kar, pîşesazî û derfetên nû li herêmê peyda bikirana."

(dx)

ANHA