Jinên ciwan ji bo gerîla meşiyan

Bi diuşma "Şer şerê gerîla û gel e, bi pêşengtiya jinên ciwan em ê bi ser bikeve'', Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê ji bo piştgirtiya berxwedana gerîla û şermezarkirina xiyaneta PDK'ê meşek li dar xist.

Jinên ciwan ji bo gerîla meşiyan
28 nîsan, 2022   15:36
ŞEHBA

Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan, endamên jin ên Yekitiya Êzidiyan û Kongra Star ji rêya di navbera gundê Maratê û navçeya Ehdasê de dest bi meşê kir. Jinan alên PKK, Yekitiya Jinên Ciwan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên " Şer şerê gerîla û gel e, bi pêşengtiya jinên ciwan em ê bi ser bikeve'' û "Tolhildan" hilda bûn. Her wiha diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla, şeremzarkirina dagirkerî û xiyanetê berz kirin.

Meş li parka navçeya Ehdasê rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin. Ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîm Dada axivî, berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê silav kir û got: "Dîroka gelê Kurd û Kurdistanê li ser şoreş, berxwedan û têkoşînê ava bûye. Ji ber vê yekê em dibînin ku dewletên kapîtalîst û faşîzm hewl dide berxwedanê pûç bikin. Li aliyekî êrişî kela berxwedanê Şehba û li aliyekî din Zirgan, Til Temir û Kobanê topbaran dikin. Vaye di navbera Şengal û Rojava de jî dîwaran lê dikin."

Rîm Dada hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re di êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û got ev xiyanet ne nû ye, lê berdewama xeta xiyanetê ya Mistefa Barzanî ya li şoreşa Qazî Mihemed e.

Rîm Dada diyar kir ku ew ê li hemberî êrişên dagirkeriyê xeta berxwedanê û ya rêbertî dewam bikin û piştgiriyê bidin gerîla.

Çalakî bi berzkirina diruşmeyên silavkirina bexwedana gerîla bi dawî bû.

ANHA