Çalakiyên ciwanan ên li dijî dagirkerî û xiyanetê dewam dikin

Ciwanên kantonên Qamişlo û Hesekê piştgiriya xwe ji seferberiya giştî ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, her wiha piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re nîşan da.

Çalakiyên ciwanan ên li dijî dagirkerî û xiyanetê dewam dikin
Çalakiyên ciwanan ên li dijî dagirkerî û xiyanetê dewam dikin
Çalakiyên ciwanan ên li dijî dagirkerî û xiyanetê dewam dikin
Çalakiyên ciwanan ên li dijî dagirkerî û xiyanetê dewam dikin
28 nîsan, 2022   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên li dijî êrişên dagirkirin û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde dibin.

QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ku bi hevkariya PDK’ê li dijî Başûrê Kurdistanê tên kirin, Yekitiya Ciwanên Kedkar a Qamişloyê meşek li dar xist.

Meş bi dirûşma “Werin cenga azadiyê” ji Çerxerêya Efrînê dest pê kir. Di çalakiyê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatin rakirin û sloganên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana Avaşîn” û “Bimire îxanet” hatin berzkirin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê tev li meşê bûn. Meşvan Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan rawestiyan. Piştre endamê rêveberiya Yekitiya Ciwanên Kedkar Hogir Mihemed axivî û diyar kir ku ew wek ciwanên Qamişloyê bang li tevahî gelê welatparêz dikin ku tev li pêngavê bibin.

Hogir Mihemed bal kişand li ser pêngava seferberiyê ya li dijî qirkirin û xiyanetê û got: “Em wek Yekitiya Ciwanên Kedkar tevlêbûna xwe ya ji pêngava seferberiyê re radighînin.”

Meş bi dirûşman bi dawî bû.

HESEKÊ

Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê, bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Dirbesiyê kom bûn û êrişên artêşa Tirk a dagirker şermezar kir, her wiha piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re nîşan da.

Daxuyanî Tevgera Ciwanên Şoreşger ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan Diyane Ebdullah ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK'ê di 17'ê Nîsanê de êriş li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin. PDK'ê destûr da ku ev êrişan li dijî gelê me pêk bên. Armanca van êrişan têkbirina gerîla ye ku yekane hêza ku ji bo azadiya gelan û rizgarkirina axên Kurdistanê, li ber xwe dane."

Di daxuyaniyê de hate destîşankirin ku îradeya Hêzên Parastina Gel (HPG) dê planên dewleta

Di daxuyaniyê de her wiha hate diyarkirin ku hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên li dijî gelê Kurd, xiyaneteke mezin e, divê PDK'ê dev ji xeta îxanetê berde.

Di dawiya daxuyaniyê de, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê piştgiriya xwe ji gerîlayan re nû kirin û soza berdewamkirina çalakiyan di çarçoveya seferberiyê de heta têkbirina planên dewleta Tirk û bîdawîkirina îxanetê, dan.

(dx, dg)

ANHA