Ciwanên Amûdê tev li seberferiya giştî bûn

Li dijî êrişên hevbeş ên artêşa Tirk  a dagirker û PDK`ê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê 23`yê Nîsanê seferberiya giştî ragihand, li ser wê îro ciwanên navçeya Amûdê tev li seferberiyê bûn.

Ciwanên Amûdê tev li seberferiya giştî bûn
27 nîsan, 2022   13:06
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê îro li navenda Çand û Hunerê ya Amûdê ya kantona Qamişlo semînerek li dar xist û tê de îşaret bi berxwedana gerîla ya li dijî êrişên qirkirinê yên dagirkeriya Tirk û PDK`ê kir.

Bi dehan endamên Kongra Star, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û saziyên sivîl ên navçeyê tev li semînerê bûn.

Di semînerê de hevseroka Meclisa Navçeya Amûdê Mîdya Sado axivî û êrişên qirkirinê yên hevbeş ên artêşa Tirk û PDK`ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Artêşa Tirk a dagirker bi hevbeşiya PDK`ê ji 17`ê Nîsanê ve êrişên qirkirinê dibin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Mîdya Sado piştgiriya xwe nîşanî gerîlayên li çiyayên Kurdistanê da û ev lê zêde kir: "Ev êriş bi armanca qirkirina Kurdan bi giştî ye, li ser vê divê tevahiya gelê Kurdistanê û cîhanê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Kurdistanê bisekinin."

Di dawiyê de Mîdya Sado soza şopandina rêya şehîdan û sekna li dijî siyaset û planên dijber da.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Amûdê Cûdî Zagros li dijî êrişên qirkirinê soza berdewamkirina çalakiyên şermezarkirinê û piştgiriya gerîla da. Zagros anî ziman ku ew ê li dijî plan û êrişên artêşa Tirk a dagirker, li ser xeta berxwedana gerîlayan têkoşîna xwe dewam bikin.

Zagros tev li seferberiya giştî bû û bang li gelê herêmê kir ku li dijî van êrişan û xiyaneta PDK`ê bisekinin.

Di dawiyê de li ser berxwedana dîrokî ya gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê sînivîsyonek hate pêşandan.

(eh)

ANHA