Ciwanên Dêrazorê li dijî êrişên dagirkeriyê banga tevlîbûna seferberiya giştî kir

Ciwanên şoreşger ên Dêrazorê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û banga tevlîbûna seferberiya giştî û serhildana li hember dewleta Tirk kir.

Ciwanên Dêrazorê li dijî êrişên dagirkeriyê banga tevlîbûna seferberiya giştî kir
26 nîsan, 2022   14:26
DÊRAZOR

Bi dehan endamên saziyên sivîl ên gundewarên rojavayê Dêrazorê li pêşiya akademiya ciwanan a li herêma El-Sebha Kîlo kom bûn û daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê cîgirê Hevserokatiya Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Dêrazorê Xalid El-Selame ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi beşdarbûna PDK`ê hatin şermezarkirin.

Her wiha hate gotin: "Armanc ji van êrişan ew e ku serdema osmanî li Rojhilata Navîn vejîne, beşdarbûna PDK`ê tenê xizmeta rêveberên ji malbata Barzanî û hevkarên wan dike. Her wiha lêkirina dîwarê di navbera Sûriyê û Iraqê de siyaseta dewleta Tirk û PDK`ê ji bo parçekirina gelan  eşkere dike."

Ciwanan di daxuyaniya xwe de got ew ê dê tu carî êrişên li ser gundewarên Kobanê, Şehba, koçberkirina şêniyan, êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bîr nekin û armanca wan ku îrade û moralên gerîla bişkînin.

Ciwanan bang li gelên azadîxwaz nexasim ciwanan kir ku tev li seferberiya bi dirûşmeya "Dem dema rizgariya ji dewleta Tirk û îxaneta Barzanî ye", bibin.

Di dawiyê de ciwanan gotin, ew amade ne li hember êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê, Şehba, Efrîn, Girê Spî, çiyayên Kurdistanê, Zagros, Avaşîn, Metîna û Zapê bisekinin.

(bx)

ANHA