DAIŞ’ê li çiyayê Qereçoxê êriş kir: Leşkerekî Iraqê hat kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê êrişî hêzên Iraqê yên li çiyayê Qereçoxê kir. Li gorî agahiyan leşkerekî Iraqê hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

DAIŞ’ê li çiyayê Qereçoxê êriş kir: Leşkerekî Iraqê hat kuştin
25 nîsan, 2022   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev çeteyên DAIŞ’ê êrişî hêzên Iraqê yên li gundê Sartek ê ser bi bajarokê Sergeran ê li çiyayê Qereçoxê kir. Piştî êrişê şer rû da.

Li gorî agahiyan, di encama êrişê de leşkerekî Iraqê hatiye kuştin û 2 jî birîndar bûne.