Blinken û Austin serdana Kîevê kir

Wezîrê karên derve yê DYA'yê Anthony Blinken û yê parastinê Lloyd Austin ji destpêka tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya li Ukraynayê ve, cara yekemîn serdana Kîevê kir.

Blinken û Austin serdana Kîevê kir
25 nîsan, 2022   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Anthony Blinken û Lloyd Austin di serdana xwe ya duh de, piştgiriya xwe ji serokê Ukraynayê Vladimîr Zelensky re nîşan da.

Berpirsekî payebilind ê Wezareta Karên Derve ya DYA'yê de got her du wezîran di serdana xwe de ragihand ku ew ê di vê hefteyê de dîplomatên amerîkî vegerin Ukraynayê û dê  zêdetirî 700 milyon dolar wekî alîkarî ji bo qada leşkerî ya Ukraynayê veqetînin, ji wan derdora 300 milyon dolar ji bo kirîna çekan e.

Her wiha destnîşan kir ku hevalbendên Ukraynayê yên herêmî piştî çekan dê pere jî ji Ukraynayê re bişînin.

Piştî rêveberiya DYA’yê kirîna çekan bi 800 milyon dolarî ji Ukraynayê re ragihand, Rûsyayê muzakereya rawestandina kirîna çekan ji DYA`yê re şand.

Balyozê Rûsyayê yê DYA`yê Anatoly Antonov li ser vê yekê got şandina çekan ji Kîevê re ji çareseriyeke dîplomatîk û aloziyê re nabe bersiv.

Berpirsên Ukraynayê jî anî ziman ku hêzên Rûsyayê hewl da bikevin kargeha Azovstal a li bajarê Mariupol  ê dorpêçkirî yê başûrê rojhilatê welêt, ku roja yekşemê Ukraynayê ew kontrol kiribû.