Macron careke din bû serokkomarê Fransayê

Di hilbijartinên serokatiya Fransayê de Emmanuel Macron bi serket. Ji 20 salan ve Macron yekem kesê li Fransayê 2 salan li ser hev dibe serok.

Macron careke din bû serokkomarê Fransayê
24 nîsan, 2022   19:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên serokatiya Fransayê, Emmanuel Macron (44)  ji sedî 58 deng û rikbera wî Marine Le Pen (53) ji sedî 42 deng bi dest xistiye.

Heta saet 5'ê êvarî ji sedî 63,23 hilbijêran dengên xwe bi kar anîn, lê li gor sala 2017'an 2 nuqte ji rêjeya beşdariyê kêm bûye.

Di gera yekem de, Macron ji sedî 28 û Le Pen ji sedî 23,15 deng bi dest xistin

Çavdêr dibêjin ku dê Macron di dema serokatiya xwe ya 2'an de rastî gelek zehmetiyan bê, yek ji wan zehmetiyan bandora şerê Ukrayanyê li aboriya cîhanî, her wiha tevgera gel a li dijî planên wî yên çaksaziyê, di nav de bilindkirina temenê xaneneişînê (teqaûd)  ji 62 heta 65 salî.

Zehmetiya 2'an jî serkeftina wî di hilbijartinên parlemantoyê yên ku divê di meha Hezîranê de bên lidarxistin ku piştgirî ji bo bernameya xwe bi dest bixe.

Di nava 20 salan de Macron yekem serok e ku 2 caran li ser hev li Fransayê serokatiyê dike.

Yê herî dawî 2 caran li ser hev li Fransayê serokatî kiribû Jacques Chirac bû.

(şt)