Qurbaniyên qirkirina Ermenan li Hesekê hatin bibîranîn

Meclisa Ermenî ya bajarê Hesekê di salvegera 107 a de qurbaniyên qirkirina li dijî Ermenan bi bîra anîn ku dewleta Osmanî pêk anînbû.

Qurbaniyên qirkirina Ermenan li Hesekê hatin bibîranîn
Qurbaniyên qirkirina Ermenan li Hesekê hatin bibîranîn
Qurbaniyên qirkirina Ermenan li Hesekê hatin bibîranîn
Qurbaniyên qirkirina Ermenan li Hesekê hatin bibîranîn
Qurbaniyên qirkirina Ermenan li Hesekê hatin bibîranîn
Qurbaniyên qirkirina Ermenan li Hesekê hatin bibîranîn
Qurbaniyên qirkirina Ermenan li Hesekê hatin bibîranîn
24 nîsan, 2022   14:01
HESEKÊ

Meclisa Civakî ya Ermenî û Tabûr Şehîd Nûbar Ozaniyan bi dirûşmeya "Me qirkirina ermenî ji bîr nekiriye û ji bîr nakin",  qurbaniyên qirkrina Ermena di salvegera salvegera 107'an de bi bîr anîn.

Dewleta Osmanî di 24`ê Nîsana 1915`an de qirkirineke li dijî Ermenan pêk anîbû. Merasmîna bîranînê li hola Serdem a taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê hate lidarxistin.

Saziyên olî, leşkerî, partiyên siyasî û hemû pêkhateyên bajar beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Di merasîmê de toreneke leşkerî hate lidarxistin. Paşê Hevserokê Meclisa Civakî ya Ermenî ya kantona Hesekê Îmad Teteriyan  got agirê dewleta Tirk ku ji toranîzma Osmanî derdikeve, gefan li ser hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdike.

Teteriyan diyar kir ku komkujiya ku di 24`ê Nîsanê de ji aliyê toranîzma Osmanî ve li dijî gelê Ermenî pêk hat ku di encama wê de 1 milyon û nîv şehîd çêbû, tenê 25 hezar ji pêkhateyên ermen li pey xwe hişt.

Her wiha ji fermandarên Tabûra Şehîd Nûbar Ozaniyan, Manwêl Bêmîr jî wiha axivî: "Komkujiya ku li dijî pêkhateyên ermen pêk hat, ji komkujiyên hovane di dîroka mirovahiyê de ye û nîşaneyek reş li ser eniya mirovahiyê ye. Armanca dewleta Tirk ji komkujiyê îradeya ermenan û dîroka wî ku vedigere beriya hezarê salan tune bike."

Manwêl Bêmîr soza berdewamiya têkoşîn û berxwedanê ji bo jiyana aram û aştiyan e, da.

Her wiha Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso jî destnîşan kir ku komkujiya ku li dijî jin, mêr, bi sedan zarokên ermenî pêk hat dê neyê jibîrkirin.

Xerîb Hiso diyar kir ku dîroka dewleta Osmanî û dewleta Tirk tijî komkujî, qikririn û binpêkirina îradeya gelan e.

Xerîb Hiso di axaftina xwe de bang li gelên herêmê kir ku li hember dewleta toranî ya Tirk, bisekinin.

Piştre sînevizyon der barê komkujiya ku li dijî ermenan de hate pêşandin. Di dawiyê de koma Ararat stran û şanoyek bi navê "Maf namirire", pêşkêş kir.

(bx)

ANHA