WHO: Nexweşiyeke belav bûye bandorê li kezeba zarokan dike

WHO`yê eşkere kir ku li 12 welatan nexweşxaneyeke nenasn di nav zarokan de belav bûye. Her wiha destnîşan kir ku 169 zarok bi kulbûna kezebê ketine.

WHO: Nexweşiyeke belav bûye bandorê li kezeba zarokan dike
24 nîsan, 2022   13:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) diyar kir ku herî kêm zarokek ji ber nexweşiya kezebê jiyana xwe ji dest daye û da zanîn ku di hin raporan de hat eşkerekirin ku 169 zarok li 12 welatan bi nexweşiyê ketine.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî ev hejmar belav kir, her wiha berpirsên tenduristiyê li seranserî cîhanê lêkolînê li ser zêdebûna nexweşan di zarokan de dikin.

WHO'yê da zanîn ku ji 21'ê Nîsanê ve li Brîtanya, Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê (DYA), Spanya, Îsraîl, Danîmark, Îrlanda, Holanda, Îtalya, Norwêc, Fransa, Romanya û Belçîkayê bûyerên giran ên nexweşiya kezebê derketine ji ber sedemên nediyar.  WHO'yê her wiha diyar kir ku 114 ji 169 bûyeran tenê li Brîtanya ne.

Li gorî Euronews, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî her wiha ragihand ku ev nexweşî bandorê li zarokên ku temenê wan di navbera mehek û 16 salî de ne, dike . Di raporê de hûrguliyên mirina ji ber nexweşiyê û li ku derê eşkere nekir.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî destnîşan kir ku ew çavdêriya rewşê dikin û di vî warî de bi berpirsên tenduristiyê yên Brîtanyayê, welatên endam û hevkarên din re hevkariyê dike.

(dx)