Hunermend Comerd Qehreman: Li hember xiyanetê bisekinin

Hunermendê Kurd Comerd Qehreman got, şerê li çiyayên Kurdistanê diqewime gefê li hebûna Kurdan dixwe û bang li pêşmergeyên azad û gelê Kurd ên li Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî wî şerî û xiyanetê bisekinin.

Hunermend Comerd Qehreman: Li hember xiyanetê bisekinin
24 nîsan, 2022   08:33
KOBANÊ-ZANA SEYDÎ

Artêşa Tirk a dagirker û PDK`ê hêzên xwe li nêzî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi cih dike û êrişî qadên gerîlayan dikin. Hemwextî vê ji 18`ê Nîsanê ve hikumeta Iraqê êrişî herêma Şengalê dike û di navbera wê û Rojava de dîwar lê dike.

Gelê Kurdistanê li hemberî êrişên hevbeş ên PDK`ê û artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê nerazîbûnên xwe nîşan didin.

Der barê êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, hunermendê Kurd Comerd Qehreman ji ANHA'yê re axivî. Hunermend îşaret pê kir ku gerîla hemû parçeyên Kurdistanê diparêzin.

Comerd Qehreman bi bîr xist ku gelê Kurd di pêvajoya sed salên derbasbûyî de ji ber xiyanet û alîkariya bi dijmin re di êrişên wê yên hovane yên li dijî Kurdan de azar kişandin û got: "Her tim em banga bidawîkirina xiyanetê dikin. Heger ne ji xiyaneta di nava Kurdan de bûya wê dijmin nikarîba serhildanên li Kurdistanê têk bibirana."

Hunermend Qehreman diyar kir ku êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyoneke berfirehe ku hebûna Kurdan dike hedef û wiha domand: "Gerîla Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê diparêzin. Ne ji têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûya, me nedikarî peyva Kurdistan bigota."

'KURDÊN BAŞÛR HÊVIYÊN XWE BI GERÎLAYAN VE GIRÊDIDIN'

Têkildarî hewldanên PDK`ê yên bidawîkirina doza Kurdan, Qehreman ev nirxandin kir: "Berdêlên ku Kurdan di dirêjahiya salên derbasbûyî de dane, hişt ku doza Kurdan li herêmê bibe dosyeke sereke. Her wiha têkiliyên diplomatîk bi dewletên cîhanê yên ku êdî vê rastiyê qebûl dikin re hene. Lê tişta PDK`ê dike nayê aqilan, ji ber ku hewldana têkbirina têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê û şoreşa Kurdan dike."

Qehreman ev li axaftina xwe zêde kir: "Min gelek caran serdana Başûrê Kurdistanê kiriye û dikarin vê bibêjim, Kurdên li wir piştgiriya gerîla dikin û hêviyeke mezin bi wan ve girêdane, lê mixabin artêşa Tirk û PDK`ê Başûrê Kurdistanê buhost bi buhst kirine herêmeke îstixbaratî. Gelê Kurd ê li wir ew ê vê siyasetê qebûl nake, lê di heman demê de jî rastî astengî û çewisandinê tê."

Têkildarî serdana dawî ya Mesrûr Barzanî ya ji bo Tirkiyê û hevdîtina wî ya bi serokkomarê Tirk Recep Teyyîp Erdogan û îstixbarata Tirk re, Comerd Qehreman got: "Ji bo kesên îdia dikin ku rayedarên Başûrê Kurdistanê ne ev heqaret e, ji wê zêdetir jî ev civîna guhdarkirin û wergirtina perspektîfan e."

Qehreman bang li pêşmergeyên azad û gelê Kurd ên li Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî siyasetên PDK`ê bisekinin û xiyanetê qebûl nekin, her wiha li hemû qadan dest bi çalakiyan bikin ku gelê Kurd ji dagirkeriyê rizgar bibin.

Hunermed Comerd Qehreman wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ev hemleyeke mezin a qirkirinê ye, şerê hebûn û nebûnê ye. Divê gelê me bi lez li dijî dagirkeriya Tirk û xiyanet PDK`ê bisekine. Lê ger em bê deng bimînin wê dijmin hîn zêdetir xaka Kurdistanê dagir bike."

(eh)

ANHA