Parlamantoya Iraqê îro 'destdirêjiyên li ser xaka Iraqê' nîqaş dike

Piştî bertekên aliyên siyasî yên Iraqê li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û PDK`ê li ser Başûrê Kurdistanê pêk tîne, parlamantoya Iraqê ragihand ku ew ê civîneke berfireh li dar bixe û tê de “destdirêjiyên dewleta Tirk li ser xaka Iraqê” nîqaş bike.

Parlamantoya Iraqê îro 'destdirêjiyên li ser xaka Iraqê' nîqaş dike
24 nîsan, 2022   08:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker ji 17`ê Nîsanê ve bi beşdariya PDK`ê li dijî hêzên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê êrişên berfireh dane destpêkirin.

Bi armanca nîqaşkirina wan êrişan, îro Meclisa Parlamantoya Iraqê civîneke berfireh li dar dixe. Wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Hisên jî dê tev li civînê bibe.

Nivîsgeha Cîgirê Serokê Meclisa Parlamantoyê Hakim El-Zamelî bi daxuyaniyekê got: "Hakim El-Zamelî dê civîneke berfireh bi wezîrê karên derve Fûad Hisên û wekîlê wezareta derve Nîzar El-Xêrallah re bi rê ve bibe. Civîn li ser daxwaza serokê Bloka El-Sadir dê îro saet 11:00`an were lidarxistin û tê de dê destdirêjiyên dewleta Tirk û Îranê li ser xaka Iraqê werin nîqaşkirin.”

(eh)